´Em ê azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin´

Yekşem 1 Gulan 2022 - 15:30

  • Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Wanê di mîtînga 1'ê Gulanê de got, "Rêya avakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di Îmraliyê re derbas dibe".

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li Wanê di mîtînga 1'ê Gulanê de got, "Rêya avakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di Îmraliyê re derbas dibe". Wî got, ew ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. 

Li Wanê, di mîtînga 1'ê Gulanê de Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Şenol Koksal û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li mîtîngê axivîn.

Sezaî Temellî got, "Jin îro birçî ne. Zarokên me, kedkarên me xizan in. Sedema vê xizaniyê jî sîstema talanê ye. Li Tirkiyeyê yên ku niha herî zêde keda wan tê xwarin, Kurd in. Ev sîstem sîstema şer û tundiyê ye. Ev sîstem wê bê guhertin û ev desthilatdarî wê bê hilweşandin.

Rêya avakirina demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe. Lewma em ê tecrîdê bişikînin û azadiya Birêz Ocalan misoger bikin. Yê ku xwediyê çareseriyê ye, divê azad be."

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.