Em dikarin birînan bikewînin

Sêşem 7 Adar 2023 - 00:46

  • YJA Starê: Di her şert û mercî de em ê bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinê, jiyana azad bi ser bixînin. Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û sedsala 21'ê bikin sedsala jinê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî daxuyaniyek da û got, "Ji ber ku sîstema dewletperestiyê, civak, xwezaya mirovahiyê anî ber felaketê, erdheja ku 6'ê Sibatê qewimî, êşên gelekî giran bi gelê me ve kişand. Weke yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Star) êşa gelê me yê ku bi hestên kûr ên welatparêziyê bi axa xwe ve girêdayî ye, êşa wan ji kûrahî ve hîs dikin û radigihînin ku li ser bingeha avakirina jiyana nû em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Têkoşîna me ya jinê ya azad xwedî wê hêz û biryardariyê ye ku karibe birînên civakê bipêçe. Bi navê hêza xweparastinê û têkoşîna azadiya jinê YJA Starê, em Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan, li gelan, di şexsê bîrdariyên me yên azadiyê fermandarên me yên pêşeng Raperîn Amed, Evîn Goyî, Rojbîn Dersîm, Peyman Bagok, Melsa Mûş de di şexsê şehîdên me de li jin û gelên li dora berxwedana Jin, Jiyan, Azadî li hev kom bûne, pîroz dikin."

 

Yek rê heye: Têkoşîna şoreşgerî

YJA Star di dewama daxuyaniyê de wiha dibêje;

"Rêbertiya me bi gotina 'Zorî mirovên mezin diafirîne, em gelekî şoreşger in' bi piştevanî, yekbûn û rêxistinbûnê destnîşan kir ku şoreşa mirovahiyê yekane rêya jiyanê ye. Dewleta faşîst li dijî mirovahiyê hemûyî di nava şer de ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî karesata ku bi serê gel hatî, nirxên mirovahiyê tine hesiband û bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Vê pêvajoyê bi awayekî eşkere nîşan da ku sîstema mêrserwer ji bo xwe li dijî têkoşîna jiyana azad ku bi pêşengiya jinan tê kirin, rizgar bike zilma herî giran li gel rewa dibîne. Dewleta desthilatdar hewl dide ku bi êşên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê rantê bi dest bixe û bi dijminahiya xwe ya civakê xweza talan kiriye. Bêguman ji bo gelekî ku bi komkujî û karesatan re rû bi rû maye, ji derveyî têkoşîna şoreşgerî şensekî din ê jiyanê tine ye. 

 

Azadiyê misoger dikin

Têkoşîna me ya berxwedanê bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê êrîşî çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê dike, di xeta Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de ber bi serketinê diçe. Weke gerîlayên YJA Starê û milîtanên fedaî yên Rêber Apo, li hemberî zîhniyeta dewleta qetlîamker ku li hemberî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê êrîşî çeperên gerîla dike, hewl dide her roj bi bikaranîna çekên kîmyewî encamê werbigire û xwezaya Kurdistanê talan bike, em soz didin ku azadiya jinan hemûyan bi taybetî azadiya Rêberê xwe misoger bikin.

 

Em ê sedsalê bikin sedsala jinan

Hevrêya me Raperîn Amed ku ji bo gihandina têkoşîna azadiya jinê ya vê qonaxê kedeke mezin daye, weke şervaneke mezin a azadiyê, di serketina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê de bûye xwedî meşeke bi wate. Ev tevgera berxwedanê û ruhê wê; bi dirûşmeya Jin, Jiyan û Azadî li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li hemû qadên ku erdhej lê qewimî ye, li hemû jinên ku hêrsa xwe veguherandin biryardariya têkoşînê û di her ferdê ku li azadiyê geriyan, ruhekî mezin ê çalakiyê, jiyanê, lehengiyê, berxwedanê û şer derxist holê.

Li hemberî dewleta şerê taybet a qirker ku di şexsê jinê de êrîşî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê û îdeolojiya me ya Azadiya Jinê ya Rêber Apo dike, em weke yekîneyên jinên azad YJA Starê careke din soza xwe nû dikin ku em ê siberojeke azad û bi rûmet ji bo gelê xwe bi taybetî ji bo hemû jinan biafirînin. Em weke hêzên YJA Starê ku di têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta qirker û talanê de, me soza parastina îradeya gel û nirxên mirovahiyê li çiyayên Kurdistanê bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo daye, em diyar dikin ku em ê di nava her şert û mercî de bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinê û serketina jiyana azad pêk bînin. Em ê bi şer bi ser bikevin û sedsala 21’an bikin sedsala jinê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.