Elmanya tehlûka nijadperestên Tirk dibîne lê ti tedbîrê nagire

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 11 Çile 2023 - 03:46

  • Rêxistina istîxbarata navxweyî ya Elman, tevgera nijadperestên Tirk (Ulkucu) a li Elmanyayê weke tehlûkeyeke li dijî ewlehiya navxweyî ya Elmanyayê bi nav kir. Lê dewleta Elman heta niha gelek caran tesbîtên nêzî bê kiribin jî tevdîrên berbiçav negirtine. 

Dewleta Elman beriya niha gelek caran li ser tehlûkeya nijadperestên Tirk rapor dan amadekirin. Heta ji ber meseleya sîxûrên Tirk, rageşiyeke demkurt a bi dewleta Tirk re jî rûdabû. Di rapora sala 2021´ê ya rêxistina istîxbarata navxweyî ya Elman Parastina Destûra Bingehîn a Federal de gelek rêxistinên Ulkucu weke “tundrawiya biyanî” hatibûn dîtin. Ji bilî qedexekirina Tîrmeha 2018´an a çeteyên Osmanen Germania, ti gava berbiçav a hikûmeta federal a li dijî nijadperestên Tirk nehatiye dîtin.  

Niha Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) analîzeke bi sernavê “Rastgiriya tundraw a Tirk li Elmanyayê” derbarê tevgerên nijadperestên Tirk de li ser malpera xwe weşand. Ji ber meyla şidetê ya nijadperestên Tirk (Ulkucu), ew bi awayekî eşkere weke tehlûkeyeke li dijî ewlehiya hundir a Elmanyayê hatin terîfkirin.   

Di analîza BfV de weke sedemên vê tesbîta jor, yanî tehlûkeya nijadperestên Tirk a li ser ewlehiya hundirê Elmanyayê jî hatiye gotin, “Rastgiriya tundraw, yek ji tehlûkeyên herî mezin e li dijî nîzama azadîxwaz û demokratîk a li Elmanyayê ye. Tevgera Ulkucu ya Tirk jî di vê çarçoveyê de tê dîtin.”

Analîzê jî dîtiye ku di nava îdeolojiya tevgera nijadperestiya Tirk de neteweperestiya tundraw, nijadperestî û antîsemîtîzm û hêmanên wan ên sereke hene. Li ser vê îdeolojiya xwe disipêre panturkîzm û tûranîbûnê, BfV van tesbîtan dike, “Berê îdeolojîk ê vê tevgerê ji seriyê kemalîzma neteweperest heta bi seriyê Îslamiyan diçe. Di îdeolojiya wan de unsûrên rastgiriya tundraw ên neteweprestiya tundraw, lê her wiha yên anîtîsemîtîk û nijadperest hene.”

 

Dijminê Kurd û Elewiyan in

Ji bo gurên boz, analîza BfV dibêje, “Tirkbûnê weke neteweya ji yên din çêtir dibîne. Piçûkdîtina Ermenî, Rûm, Kurd, Cihû, Elewî û DYE´yê yanî wan aliyên ku bi dijberiya Tirkbûnê tên tohmetbarkirin, jî tevî vê xweçêtirdîtinê dike.” 

Analîz esas tehlûkeyê di meyla şidetê de dibîne û dibêje, meyla çekdarîbûnê bi tevgera nijadperestiya Tirk re gelek e. Tevî vê meyla çekdarîbûnê, meyla şidetê jî li gorî analîzê bi endamên tevgera nijadperest a Tirk re heye.

 

Ji bo nijadperestiyê navên sexte

BfV ji bo îdeologên tevgerê li Elmanyayê jî vê tesbîta balkêş dike: “Hin karakterên sereke, serekçete xwe nerm nîşanî derve didin, qaşo pişta întegrasyonê digirin, lê li ser înternetê bi navê sexte fikrên rastgiriya tundraw belav dikin.”

Herçî qismê li ser meyla şidetê ye, di analîzê de wiha cihê xwe digire: “Bikaranîna şidetê bi destê îdeologên weke Nîhal Atsiz ve hatiye rewakirin û heta îro jî weke amûreke ji bo armancê, hatiye erêkirin.”

Li gorî BfV heta sala 1980´yî endamên tevgera nijadperest a Tirk bêhtirî 600 kesî kuştine. Analîz meydariya wan a êrişên li dijî Kurdan jî tê îfadekirin.

Tevî vê analîzê û raporên BfV yên salane jî dewleta Elman heta îro ti tedbîra darîçav a li dijî nijadperestên Tirk li Elmanyayê negirtine.

NAVENDA NÛÇEYAN 

Wêne: Alexander Pohl / NurPhoto via AFP

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.