Encama siyaseta dijminatiyê ye
Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 02:45
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa bi nijadperestî ya li ser Sûriyeyiyan weke encama polîtîkaya dijminatiya gelan a rejîma AKP-MHP’ê diyar kir, destnîşan kir şefê faşîst Erdogan û AKP ji gelê Ereb hez nake, armanca wan ew e ku gelê Ereb û Kurd li hev bikin dijmin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên nîjadperestiyê yên li Kayseriyê destpê kirin û belavî cihên cuda jî bûn, daxuyaniyeke nivîskî da. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst Erdogan ji bo planên xwe qirêj pêk bîne û desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle, mîna li Sûriyeyê li Tirkiyeyê jî polîtîkayekê dimeşîne ku gelan li dijî hevdû rake û got: “Paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk, garantiya jiyana gelan a bi hev re ye.”
Banga ‘Bi berpirsyarî tevbigerin’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşên li ser penaberên Sûriyeyî ku bi destê dewleta Tirk têne rêvebirin şermezar kir, xwest ku demildest dawî li van êrîşên ‘dermirovî’ were û hişyarî da ku mirov nekeve xefika lîstika rejîma AKP-MHP’ê. Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava lîstikên gelekî qirêj de ye. Hewl dide gelan berde hev û planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ev êrişên ku li Kayseriyê dest pê kirin û li deverên din belav bûn, lîstik û xefikeke AKP-MHP'ê ya li dijî gelan e. Lewma em bang li her kesî dikin, ku bi berpirsyarî tevbigerin.’’
Polîtîkaya qirkirina gelan didomîne
Di daxuyaniyê de bi domdarî rola rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a di afirandin û kaosa Sûriyê de hate bibîrxistin, hate destnîşankirin ku bi zanebûn çawa bi milyonan Sûriyeyî ber bi Tirkiyê ve hatine kişandin û hate gotin,’’Bi polîtîkaya penaberiyê bi salan şantaj li Ewropayê kir, bi rêya çeteyên xwe li dijî Kurdan û gelên Sûriyeyê şerê dagirkerî û qirkirinê dimeşîne. Rejîma faşîst li bakurê Sûriyeyê bi feraseta neo Osmanî hewl dide plana mîsakî mîlî bixe meriyetê. Rejîma qirker mêtinger bi vê armancê ji bo kûrbûna şerê li Sûriyeyê çi ji dest hat bi salan kir. Ew çeteyên faşîst û hovane yên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirin xwedî kir, piştgirî da wan, pere û çek da wan û bi ser gelan ve dehf da. Komkujî kir, qir kir. Hêzên çete yên tarî û faşîst ku xwe bi rengê olî veşartin, xwedî kir, mezin kir, veguheran amûrek ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê. Gava ku çeteyan têrê nekir, bi xwe rabû êriş kir û xaka Rojava û Sûriyeyê dagir kir. Li cihên ku dagir kir dest bi guhertina demografiyê kir. Mirov qetil kir, ji cih û warên wan kir, perîşan kir. Li cihên ku dagir kir mirin, êşkence, destavêtin û her cûre hovîtî veguherand parçeyek ji jiyana rojane. Desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkaya xwe ya ku Sûriyeyê dike qadeke qirkirina gelan, bi israr dewam dike. Ne tenê Sûriyeyê, her wiha ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj hewl dide Tirkiyeyê jî bixe rewşeke bi vî rengî.’’
Erdogan dixapîne
KCK’ê bi domdarî destnîşan kir nêzîkatiya ku dibêje ‘‘Erdogan û AKP ji gelê Ereb û Sûriyeyiyan hez dike û wan diparêze’’ xapandinek e û wiha domand: ‘’Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi ti awayî ji gelê Ereb hez nake, xwedî hesteke erênî nîne. Hewldanên xwe ji bo wê yekê ye ku gelê Ereb bike dijminê Kurdan, gelê Kurd û gelê Ereb bi hev bide qirkirin. Bi heman rengî dixwaze gelê Kurd û gelê Tirk, gelê Ereb û gelên Tirkiyeyê jî bi hev bide qirkirin. Bi qirkirina gelan dixwaze desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye li ser piyan bihêle. Dixwaze Kurdên ku têkoşîna herî mafdar û rewa ya azadî û demokrasiyê dimeşîne bê rêveberî, bê parastin bihêle û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Di vê oxirê de jî her tiştî difiroşe, dike amûrek ji bo bazarê. Hewl dide gelê Ereb jî bike amûrek ji vî mejiyê xwe yê qirêj ê mêtinger qirker. Êrişên faşîst û qirker ên li Tirkiyeyê li dijî gelên Sûriyeyê têne kirin encamek ji polîtîkaya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya dijminatiya li gelan e.’’
Em dikarin xwîşk û biratiya gelan ava bikin
KCK’ê bi domdarî got çareseriya gelen bi neteweya demokratîk dibe û bang kir ku her kes piştgiriyê bide gelê Sûriyeyê: ‘’Em gel xwedî hêz û feraseta jiyana bi hev re ne. Bêyî ku dest bidin sînoran, bêyî ku sînorên nû dînin û demografiyê biguherînin, bi têgihiştina jiyana bi hev re û xwişk û biratiya gelan divê em jiyana xwe li her derê ji nû ve ava bikin. Daxwaza me ya herî esasî ew e ku di nava hestên aştî, hezkirin, xwişk û biratiyê de gel bi hev re û di nava wekheviyê de bijîn. Em ji bo vê dixebitin, ji bo vê têdikoşin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî feraseteke bi vî rengî ne. Gelê Kurd jî bi vî rengî nêzîk dibe, gelan hemûyan weke xwişk û birayên xwe dibîne. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo misogeriya jiyana bi hev re ya gelan e. Feraseta neteweya demokratîk ku feraseta jiyana azad, bi hev re, wekhev, aştiyane û hezkirinê ya gelan e, rêya herî rast û hêja ya çareserkirina pirsgirêkan e.
Em van êrişên faşîst û nijadperest careke din şermezar dikin. Bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin gelên Sûriyeyê bi taybetî jî gelê Ereb û bi rengekî xurt li ber van êrişên faşîst rabin."
BEHDÎNAN