Li dijî Sûriyeyan pogrom
Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 00:51
Li Tirkiyeyê nîjadperest û faşîst di tevahiya şevê de li gelek bajaran êrîşê cihên kar-malên Sûriyeyî kirin û talan kirin. Pir kes jî rastî lînçkirina komî hatin.
Di 30’ê Hezîranê de li Kayseriyê li ser îdîaya kesek Sûriyeyî êrîşa zayendî ya li dijî zarokeke 7 salî pêk aniye, lînçkirineke komî destpê kir. Tevgera lînçkirina komî Erebên Sûriyeyî hedef nîşan da.
Ji ber ku hêzên dewletê mûdaxeleya êrîşên nûjadperestî nekirin, êrîş di roja duyemîn de li gelek bajaran belav bû.
Komên ku bi dirûşmeyên nîjadperestî û alên Tirk ketin tevgerê li Kayserî, Reyhanli, Bûrsa, Kilis, Edene, Dîlok, Îzmîr û hin taxên Stenbolê derketin nêçîra penaberan. Êrîş li kargeh û malên aîdî penaberan hate kirin.
Li ser medyayê civakî dîmenê kesek Sûriyeyî li Dîlokê hatiye kêrkirin belav bû.
Ji ber êrîşên nîjadperestî, li bajarên Sûriye û Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî nerazîbûn zêde bûn û veguherî pevçûnan.
Li herêmên dagirkerî xwepêşandan
Xwepêşandanên li herêmên bakurê rojavayê yên li dijî siyasetên nîjadperestî yên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de berfireh bûne.
Li bajarê Sermeda yê nêzî deriyê Xerbe Coz ên gundewarê Idlibê xwepêşandan ên di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hatin lidarxistin. Li hemberî vê çeteyên HTŞ’ê seferber bûne. Li bajarên Etarib û Ebzmo yên gundewarê rojavayê Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran girtin ser nuqte û erebeyên dagirkeran.
Li gundewarê Helebê yê di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Li bajarê Efrînê jî di navbera xwepêşandêrên bi çek û artêşa Tirk a dagirker de şer rû da. Di encamê de xwepêşandêrek hatin kuştin û 7 xwepêşandêrên din birîndar bûn. Li herêmê alozî serwer e.
Li gorî medyayan, zarokeke li nêzî deriyê Bab Selame bi guleyan birîndar bûn.
Li deriyê sînor ê bajarê Cerablusê jî leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule avêtin xwepêşandêran. Li bajarokê Kefer Cenê yê gundewarê Efrînê ala komara Tirk li deriyê sînor ê Xezawiyê hat rakirin.
Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku piştî xwepêşandanan, internet li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê qut bûye.
ANF