Gelo amadekariya şerê navxweyî ye?

În 6 Îlon 2024 - 01:30

  • Ji geşedanên van demên dawî kifş dibe ku rejîma Tirk ji bo bikaribe desthilata xwe bidomîne xwe ji bo şerê navxwe kar dike. Van pêlên dawî gelek rûdanên ku di çapemeniyê de rûdidin wê fikre çêdike ku rejîma Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê ya ku ji her aliyê rêveberiyê ve têk çûye ji bo ku bikaribe pergala xwe ya li ser dizî û talan, bi xisletê mafyatîk û dagirkeriya li ser Kurdistanê bidomîne, xwe ji bo şerekî navxwe hazir dike.

Komên faşîst û nîjatperest ên li Tirkiyê bi rengekî aşkere li ser qadên civatî û medyaya dijîtal rêxistiniya xwe dikin. Ev komên faşîst hefsarê wan tê berdan, êrîşê dibin ser koçberan, Rûm û mirovên ne Tirk.

Herî dawî li Eskîşehîrê 12'ê Tebaxê de kesekî nîjatperest yê bi kince Naziyan bi kêrê êrîş bir ser mirovên li ber mizgeftê rûniştibûn. Êrîşkar piştî bûyerê hate xwedêgiravî binçavkirin.

Nîjatperestiya aşkere dikin

Sala 2017'an li gorî lêkolînek ku li tevahiya Tirkiyeyê hate kirin ji sedî 32 yê ciwanan diyar kirin ku ew naxwazin bi mirovên ji neteweyek cuda li heman cihî bin, ji sedî 70’yî jî gotin, ew naxwazin bi Sûriyeyiyan re li heman cihî bin, ya jî cîranê hev bin.

Komên faşîst ên Tirk êdî mîna berê ne veşartî, lê bi rengekî eşkere li ser hesabên medya dîjîtal xwe bi rêxistin dikin. Ev kom perwerdeya çekdarî werdigirin, kampan ava dikin û li ser platformên Telegram, Instagram, Twitter (X) xwe bi rêxistin dikin û dîmenan diweşînin.

Hîmên komên nîjatperest ên Tirk

Rêxistiniyên faşîst ên bi tîpa nû, xwe li ser serweriya nijada Tirk bi rêxistin dike û fikrên cuda jî ji bo rêxistiniya xwe bi kar tîne. Hêmana esasî ya vê rêxistiniyê jî dijberiya li koçberan e. Fikrên bingehîn ên ku dibin sedema belavbûna rêxistiniya faşîst bi vî rengî dikarin bêne pênasekirin:

Dijberiya li koçberiyê,

Parastina fikrê Tirkbûyînê,

Enver Paşa weke qehreman bê qebûlkirin û bi felsefeya Tûran ve bê girêdan,

Dîmen û nivîsên li ser serweriya Tirk bêne parvekirin,

Pejirandina taktîkên endezyariya civakê ku Îttîhat û Terakkî ew bi rêxistin kir,

Kesên weke Cem Ersever û Abdullah Çatli weke qehreman bêne dîtin,

Ev fikir jî bi giranî ji aliyê ciwanên di navbera 15-25 salî de tê pejirandin û eleqe jê re tê nişandan.

Armanc kuştina Ereb, Kurd e

Di nava rêxistiniyên faşîst ên nû de ya ku herî zêde tê naskirin koma bi navê 'Ataman Kardeşligi' ye. Komê li ser Telegramê manîfesto weşand û diyar kir ku hedefa wan a yekemîn 'Kuştina Ereb, Kurd, Efgan û Pakîstaniyan e', armanca duyemîn jî 'Yahûdî, Mirovên Çerm Tarî û Fars' e. Herî dawî jî 'Ermen, Rûm, Çerkes û Arnavût' ji xwe re kir hedef.

Perwerdeya Çekdarî 

Ataman Kardeşligi ku sala 2020'î ava bû hîn jî li ser Telegramê kar dike. Hesabê wan ê Telegramê ku heta êrîşa faşîst a li Eskîşehîr vekirî bû, piştî vê bûyerê veşart. Navê Ataman Kardeşligi yekemcar piştî daxuyaniyên Umît Ozdag ên li dijî koçberan kete rojevê. Komê dîmenên êrîşên li dijî koçberan li ser hesabên medya dîjîtal weşand û piştî demekê dîmenê komê yê perwerdeya çekdarî ya li qadeke daristanî ya li Stenbolê li ser Telegramê hate weşandin.

Koma bi navê Ataman Kardeşligi li ser hesabên xwe yên Telegramê broşurek bi navê 'Perwerdeya Şerê Taktîkî ya Ataman' weşand û bi detayên xwe, bi wêneyan nîşan da ku perwerdeyeke çekdarî çawa dibe, çek çawa dikare bê hilgirtin û ev çek ji bo kuştin û birîndarkirinê çawa dikare bê bikaranîn.

Koçberên Sûrî û Kurdan dikin hedef

Ji bilî Ataman Kardeşligi komeke din a çalak jî Sansasyonel Tûran Bîrlîgî (STB) ye. Kom li ser hesabên Telegramê êrîşên li dijî koçberên Sûriyeyî plan dike û dixwaze berî û piştî êrîşê wêne û dîmen bêne kişandin.

Ji bilî van koma ku herî zêde xwedî endaman e Tûranvarî ye. Ev kom jî bi giranî êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gerîla û wêneyên gerîlayên hatin qetilkirin diweşîne.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.