Zimanê nefretê sedema êrişên nîjadperest

Duşem 9 Îlon 2024 - 01:55

  • Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn got:”Piştî hevkariya MHP-AKP’ê MHP di warê polîtîkayên navxweyî yên AKP’ê de bû serdest. Xeta nîjadperestiyê ya MHP’ê bi awayekî kûr xwe nîşan da. Ji bo belavkirina tirsê jî nîjadperestî wekî rêbazekê tê bikaranîn. Zimanê dewletê yê nefretê dibe sedema êrişên nîjadperest.

ROZA METÎNA / AMED

Êrişên nîjadperest ên bi kontrola dewleta Tirk bi çarçoweya şerê taybet didomin. 21’ê Tebaxê li Balikkesîrê, bi hinceta ku li muzîka Kurdî guhdar dikirin û eynî mehê li Urgupê ya Nevşehîrê bi hinceta ku formayên Amedsporê li xwe kirine komên nîjatperest ên Tirk êrîş birin ser karkerên Kurd, bi ker, çek û daran. Her wiha Hekîm Loman ê ji Duhokê bi hinceta ku bi Kurdî axiviye, 10 kesên nîjatperest êrîş birin ser û ew qetil kirin.

Parêzer, Parêzvana Mafê Mirovan û Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar kir bîrdoziya fermî ya li Tirkiyê tenê nasnameya Tirkbûnê û sînitiya Misilman nasdike û ev jî dibe sedema êrîşên nîjatperest ên li ser nasname û baweriyên cihê.

Ji geşedana Rojava aciz in

Keskîn geşedanên li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir, anî zimên dewleta Tirk ji vê rewşê ne xweş û wiha pê de çû: ‘’Li Rojava hebûna Kurdan mijara gotinê ye. Ev yek jî dewleta Tirk gelekî nerehet dike. Nayê xwestin ku ev hebûna gelê Kurd li Tirkiyeyê jî bi vî rengî derkeve pêş. Loma serî li rêbazên bi vî rengî yên êrişên nîjadperest didin. Her wiha ji ber vê sedemê jî li hemberî daxwazên maf ên gelê Kurd zext tên kirin.”

Xeta MHP’ê kûrtir bûye

Eren hevkariya AKP-MHP’ê bi bîr xist, diyar kir bi vê hevkariyê re êrîşên nîjatperest zêdetir bûne. Keskîn got,’’Xeta nîjadperestiyê ya MHP’ê bi awayekî kûr xwe nîşan da. Loma jî êrişên bi vî rengî her tim tên kirin. Niha gelek siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Hinek jê demên dirêj di girtîgehan de man û derketin. Niha li gel van êrişan aqilekî dewletê heye, yê ku siyaseta sîvîl asteng dike. Ji bo belavkirina tirsê jî nîjadperestî wekî rêbazekê tê bikaranîn. Zimanê nefretê yê dewletê di nava civakê de belav dibe. Zimanê dewletê yê nefretê dibe sedema êrişên nîjadperest. Her wiha dibe sedema zêdebûna nîjadperestiyê.

Di Qanûna Tirk de ‘Sûcê Nefretê’ nîne

Eren diyar kir di Qanûna Cezayê ya Tirk de ‘’sûcê nefretê’’ nîne, xala 216’an a Qanûna Cezayê Tirk bi bîr xist, ku ev xal têkilî teşwîqkirina kînê ya li hemberî gel pênase dike û got,’’Lê belê ev madde li dijî kesên nîjadperestiyê dikin nakeve meriyetê. Dîsa di Zagona Cezayê Tirk de maddeya 122’yan qedexeya cihêkariyê bi rêk û pêk dike. Lê belê ev qedexeya cihêkariyê gotina nefretê jî nagire dest. ‘’

Peymanên navnetewî binpê dike

Eren diyar kir ku Tirkiye peymanên neteweyî û navneteweyî yên li dijî nîjadperestiyê ne binpê dike û wiha dawî li gotina xwe anî:”Li gorî maddeya 90’î dema ku hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî li hev nekin wê demê divê hiqûqa navneteweyî esas bê girtin. Ji bo vê maddeyek heye. Lê belê tevî vê jî mixabin her tim peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Hukmên wekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Neteweyên Yekbûyî yên nîjadperestî û cihêkariyê qedexe dikin hene. Li binê van peymanan îmzeya Tirkiyeyê heye. Lê belê ev peyman her tim tên binpêkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.