Tevî pêvajoyê ferzkirina sîxûriyê

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:40

Li rexekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û li rexa din jî piştî şer û pevçûn sekinînin, dewletê lez da belavkirina tiryakê, zexta sîxûrkirinê û polîtîkayên şerê taybet. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salih Coşkun, da zanîn ku di nava meha dawî de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê serî li komeleya wan dane lê ev hejmar gelek zêdetir e. Coşkun, diyar kir ku kesên xwe weke polîs, îstîxbarat û cendirme dane naskirin, zexta sîxûriyê li van kesan ferz kirine û got:“Di çarçoveya van serlêdanan de me serî li Komîsyona Çavdêrîkirina Hêzên Ewlekariyê ya Wezareta Karên Hundir da. Her wiha me li dozgeriyê jî serlêdana sûc kir. Di serlêdanan de me xwest ev kes bên tespîtkirin û der heqê wan de lêpirsîn were destpêkirin.” Coşkun anî ziman ku gelek kes ji ber ditirsin serlêdanê nakin, weke ÎHD’ê ew ê piştgiriyê bidin kesên serlêdan kirine û ji bo çareseriya meseleyê ew ê têbikoşin. Coşkun, got ku ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, hewceye lêpirsînên îdarî û edlî bên kirin. Di dewama axaftina xwe de Coşkun anî ziman ku pratîka sîxûrkirinê ya di demên dawî de zêde bûye zirarê dide pêvajoyê û got:“Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Di nava kesên ev zexta sîxûriyê lê hatiye kirin malbatên endamên rêxistinê jî hene. Bi rêbazekî derhiqûqî, bêyî lêpirsîneke edlî hebe hewl didin agahiyan kom bikin. Ev pratîk ne pratîkên pêvajoya çareseriyê ne. Gerîlayên PKK’ê çekên xwe şewitandin, ji bo dîsa vegerin daxwaza verastkirinên qanûnî dikin. Tevî vê jî hêj tu gavên şênber nehatine avêtin. Ev pratîk, zirareke mezin didin pêvajoyê. Divê tavilê ev pratîk bên terikandin.” Coşkun, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê encama polîtîkayên nîjadperest in û got ku siyasetmedar, bi gotinên nîjadperest rê li ber van binpêkirinên mafan vedikin. 

MA/OZLEM YACAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.