Divê azadiya Ocalan mîsoger bibe
În 5 Kanûn 2025 - 03:30

Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê dibêjin divê azadiya birêz Ocalan mîsoger bibe, ji ber ku bêyî azadiya fizikî ya birêz Ocalan, pêvajoya aştiyê dewam nake û bi ser nakeve. Siyasetmedaran banga piştgiriya pêvajoya aştiyê li her kesê kirin.
Zêdetirî sed sal in gelê Kurd bindest û Kurd têne înkaririn, bi têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê re Kurd ji îmha û înkarbûnê xilas bûn. PKK’ê hebûna Kurdan bi cîhanê da qebûlkirin, îro li seranserê cîhanê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo Kurd tên nasîn û ji bo azadiyê têdikoşin. Herî dawî Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya hemû gelên bindest, gavek dîrokî avêt. Bi pêvajoya nû ya aştiyê re, hêviyek mezin ji bo gelê Kurd û herêmê ava bûye. Derbarê mijarê de siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê axivîn.
Siyasetmedar Ebubekir Karwanî ewil axivî û diyar kir ku eger Tirkiye rastî jî cidî be, divê Rêber Apo ku bi salan e di girtîgehê de dîl tê girtin, nas bike û wiha pê de çû:"Divê hemû beşên Kurdistanê ji bo hev xizmetek baş bikin. Divê Kurd xwedî helwestek bin û yek bin, bi taybet divê kongreyek Kurdan were lidarxistin û em hemû cûdahiyan bidin aliyekê. Hêvîdar im gavên cidî werin avêtin, ji ber ku ger pêvajo bisernekeve, wê karesatek mezin bixwere bîne.”
Siyasetmedar Aras Welî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman, Aras welî destnîşankir ku li Bakurê Kurdistanê ji bo pirsa aştiyê guftugo tê kirin û armanc ewe ku mafên gelê Kurd werin bidest xistin.
Aras Welî got ku ev pêvajo ji bo beşên din ên Kurdistanê jî dibe îlhamek, aştî tê wateya dûrketina ji şer û wêraniyê. Aras Welî wiha pêde çû; “Xebata Kurdan a li Bakurê Kurdistanê ji bo armancên girîng bûn, ji bo ku dewlet mafên Kurdan binase têkoşînek baş hate kirin. Divê xelkê Kurdistanê jî bêyî cûdahî piştgiriya pêvajoya aştiyê bike. Pêwîst e Kurd hesas tevbigerin û ji bo qonaxek ronîtir bi hêvî bin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ









