Qanûnên aştiyê pêwîst in

În 5 Kanûn 2025 - 03:50

  • Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê û Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku karên komîsyonê yên li meclîsê têne meşandin êdî derbasî qonaxa duyemîn bûye û destnîşan kir ku divê gavên şênber bêne avêtin û sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Kurd piştî Destûra Bingehîn a 1924'an ji zemîna hiqûqî hatin dûrxistin û işaret bi girîngiya qebûlkirina qanûnên aştiyê kir. Her wiha ragihand ku ji bo kesên dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin girîng e sererastkirinên dema derbasbûnê bêne kirin. Wekî din anî ziman ku divê mafê hêviyê bê naskirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin an jî tengkirin û qanûna rêveberiyên xwecihî bikeve rojevê. Meral Daniş Beştaş diya rkir ku di civîna komîsyonê de wê raproa hevdîtina li Îmraliyê, pêşniyarên partiyan bêne nirxandin, her wiha divê qanûnên aştiyê bêne derxistin û got:"Civîna komîsyonê ya 4'ê Kanûnê li Meclîsê girîng e. Hem rapora hevdîtina li Îmraliyê ya bi Birêz Ocalan re hate kirin, hem jî not wê bêne ragihandin. Di heman demê de wê pêşniyarên partiyan ên li ser rê û rêbazên amadekirina rapora komîsyonê bêne wergirtin. Me jî amadekariya xwe kir, em ê pêşkêş bikin. Li gorî me çavkaniya pirsgirêkê ew e ku Kurd bi Destûra Bingehîn a 1924'an re bi temamî ji zemîna hiqûqî hatin dûrxistin. Daxuyaniyên devkî, gotinên ji bo başiyê têne kirin, lê belê dema zemîna qanûnî nebe ev hemû kêm dimînin. Daxuyaniyên îro têkildarî Birêz Ocalan têne kirin, hemû işaretê bi vê yekê dikin. Divê qanûnên aştî û azadiyê bêne derxistin. Ev yek jî ji aliyê xurtkirina zemîna hiqûqî girîng e."

Biryara fesihkirina fermî binasin

Meral Daniş Beştaş ragihand ku qanûnên dema derbasbûnê divê bike ku mirovên dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin û biryara fesixkirinê ya PKK'ê bi rengekî 'fermî' bê naskirin û got:"Em ê bi sernavên cuda pêşniyaran bikin. Yek ji wan jî qanûnên dema derbasbûnê ne. Ji bo milîtanên ku dest ji çekan berdane karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin divê astengî bêne rakirin. Bi deh hezaran mirov hene ku ji ber sedemên siyasî girtî ne, ji ber endametiya rêxistinê yan jî propagandayê ceza li wan hatiye birîn. Gelek hene ku li derve ne lê biryara mehkûmetiya wan heye. Ew jî divê di vê çarçoveyê de bêne nirxandin. Dawiya dawî PKK'ê ragihand ku xwe fesix kiriye û biryarên kongreyê eşkere kir. Divê Tirkiye vê fesikirinê nas bike. Divê bi fermî bibêje êdî PKK 'rêxistineke terorê' nîne. Dema bi vî rengî bû, hingî ev qanûn divê ji bo her kesî derbasdar bibe. Amadekariyek me ji vî alî ve jî heye."

Destpêkê mafê hêviyê divê

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku mafê hêviyê divê bê naskirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin an jî tengkirin û got:"Di mijara mafê hêviyê de hîn sererastkirineke qanûnî nîne. Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Pêşniyara me ew e ku pêşî li mafê hêviyê bê vekirin.

Li aliyê din Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê qadeke berfireh dide ber xwe; her kes, her çalakî di çarçoveya terorê de têne nirxandin. Ji ber vê jî divê ev qanûn bê rakirin. Neyê rakirin jî divê li ser hin xalên wê kar bêne kirin. Îro li ser paketa dadgeriyê civîna komîsyonê destpê kir. Di wir de girtiyên siyasî careke din li derve hatin hiştin. Di nava pêşniyarên me de qanûna rêveberiyên xwecihî jî heye. Komîsyon wê raporekê amade bike, wê nêrîna her partiyan lê hebe. Ya girtîn ew e ku paketeke pêşniyarê ye hevpar bê amadekirin."

Divê demê dirêj nekin

Meral Daniş Beştaş ragihand ku ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê pêwîstî bi gavên şênber, sererastkirinên qanûnî heye, divê dem neyê dirêjkirin, qanûnên azadiyê li meclîsê bêne qebûlkirin û got:"Divê hîn bi lez tevbigere. Bi demê re bê hiştin, ev yek wê bi kêrî kesî neyê. Di rewşeke welê de ku îradeyeke ewqasî xurt li holê heye, ewqas pêşketin çêbûye, divê ev yek bi hiqûqê re şênber bibe. Ji aliyê zemîna rêxistinî ve gelek gav hatin avêtin, Birêz Ocalan jî gelek gav avêt. Ji 27'ê Sibatê û vir ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Lê belê divê desthilatdarî jî vê şênber bike, bixe meriyetê. Em êdî di qonaxa duyemîn de ne û divê li Meclîsê qanûnên azadiyê bêne nîqaşkirin, amadekirin û qebûlkirin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.