Birêz Ocalan muxatabê bingehîn e
În 5 Kanûn 2025 - 03:52

ROZA METÎNA / AMED
Sirri Sakik diyar kir ku hevdîtina komisyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşketineke girîng e û wiha got:"Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de muxatabê herî bingehîn e. Her kesê ku wî paşguh bike, rola wî biçûk bixe, an jî hêza wî ya avakirina aştiyê nas neke, gelek xelet e. Ger komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibe damezrandin, bê guman divê ew pêşî bi danûstandinkarê li aliyê din ê maseyê ku danûstandinên aştiyê dimeşîne re bicive."
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik têkildarî hevdîtina Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re her wiha bandora pêvajoya Aştî û Civaka Demokatîk û helwesta CHP'ê ya têkildarî hevdîtinê nirxandin kir. Sirri Sakik wiha got:"Eger bi awayekî rast were bicîhanîn, ev pêvajo xwedî potansiyel e ku deriyekî berê nevekirî bû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd veke."
Birêz Ocalan muxatabê bingehîn e
Sirri Sakik diyar kir ku hevdîtina komisyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşketineke girîng e û wiha got:"Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de muxatabê herî bingehîn e. Her kesê ku wî paşguh bike, rola wî biçûk bixe, an jî hêza wî ya avakirina aştiyê nas neke, gelek xelet e. Ger komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibe damezrandin, bê guman divê ew pêşî bi danûstandinkarê li aliyê din ê maseyê ku danûstandinên aştiyê dimeşîne re bicive. Ango bi Birêz Ocalan re bicive. Di dawiyê de, hevdîtinek pêk hat. Di nav parlamentoyê de bi fermî îradeya çareseriyê hat nîşandan û bi rêberê serhildana dawî ya Kurd re li ser maseya danûstandinê rûniştin. Berî vê yekê, ev mijar hewaleyî burokrasiya ewlehiyê dihat kirin. Ev gavek girîng e. Ji niha û pê ve, divê komîsyon guhertinên qanûnî pêşniyar bike ku dê înkarên bingehîn ên ku pirsgirêka Kurd gur kirine ji holê rakin û dest bi derxistina qanûnan bikin."
Divê CHP faktorek çareseriyê be
Sirri Sakik bal bir ser helwesta CHP'ê jî û wiha pê de çû:"CHP partiyek e ku îdiaya îktidarê dike û di hilbijartinên herêmî yên dawî de di rêza yekem de cih girt. Ji ber vê yekê, divê ew di çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî bingehîn a welêt de, wêrek be. Ez bawer dikim ku ji bo ku aştî civakî bibe û platformek demokratîk geş bibe, divê CHP faktorek çareseriyê be. Pêvajoyek aştiyê bêyî CHP'ê dê netemam be. Divê siyaseta rojane ji hewldanên aştiyê dûr were girtin. Yek ji faktorên herî bingehîn ên ku vê pêvajoyê jehrî dike, berjewendiyên partiyê yên dixin pêşiya çareseriyê ye. Çi hikûmet çi jî mûxalefet dema vê yekê bike, ew ê ji bo vî welatî zirarek mezin be. Pêvajoyek ku dikare mirinan rawestîne û welêt veguherîne hawîrdorek bi tevahî cuda, divê ji bo çend dengan neyê windakirin. Ji bilî partiya me û hin kesên aştîxwaz ên ji gelek beşên civakê, mixabin, ez nabînim ku kesekî din bi vî rengî nêzî vê pêvajoyê dibin."
Aştî bê demokrasiyê ne pêkan e
Sirri Sakik destnîşan kir ku gavên dewletê têra çareseriyê nake û wiha pê de çû:"Bê guman, aştî bê demokrasiyê ne pêkan e. Aştî bi pêkanîna daxwazên demokratîk û pêşxistina avahiyek qanûnî ya guncav pêk tê. Gavên ku dewletê heta niha avêtine bi gelemperî tenê ji bo rawestandina helwestên neyînî ye û têrê nakin. Qeyûm li ser kar in, siyasetmedarên hilbijartî yên mîna Demirtaş û Yuksekdag girtî ne, bi hezaran kes bi neheqî di zindanan de ne, bi sed hezaran, heta bi mîlyonan, li sirgûnê ne, nêrînek neyînî ya domdar a li ser Kurdên li Sûriyeyê heye. Ji ber vê yekê, em hîn jî di destpêka rêwîtiyê de ne. Riya aştiya mayînde bêyî berfirehkirina qada demokratîk, garantîkirina azadiya îfade û rêxistinbûnê û xurtkirina demokrasiya herêmî nayê vekirin. Ji bo vê pêvajoyê, divê dewlet gavên wêrektir, vekirîtir û sazûmanîtir bavêje. Divê pirsgirêk bi wêrekî û bi awayekî teqez were çareserkirin û divê pirsgirêk bêyî dubarebûnê were çareserkirin."
Bandora pêvajoyê ya li ser pirsgirêka Kurd
Sirri Sakik bi lêv kir ku ger ev pêvajo baş biçe wê bandoreke erênî li pirsgirêka kurd jî bike û wiha bi dawî kir:"Eger bi awayekî rast were bicîhanîn, ev pêvajo xwedî potansiyel e ku deriyekî berê nevekirî bû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd veke. Ji bo cara yekem, dewletê bi fermî bi Birêz Ocalan, ku di vê mijarê de muxatab e, bi îradeyek zelal di bin banê meclisê de têkilî danî. Ev pejirandinek e ku pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê nayê birêvebirin her wiha çareseriyek siyasî û civakî hewce ye. Ger rêyek zelal û berfireh a aştiyê were vekirin ku hemî beşên civakê tê de beşdar bibin, ev ê ne tenê pirsgirêka Kurd, di heman demê de pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li hember demokrasî û azadiyê jî çareser bike. Tirkiyeyek ku pirsgirêka Kurd li paş xwe hiştiye, aştiya civakî bi dest xistiye û standardên demokratîk ava kiriye, dê wekî modelek ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê derkeve holê. Birêz Ocalan diyar kiriye ku ew nêzîkî 40 salan e li hevkarê aştiyê digere. Di sala 1993'yan de, dema me li Şamê bi Birêz Ocalan re daxwaza agirbestê ya Ozal nîqaş dikirin, xebera mirina Ozal hat. Ez di sala 1999'an de dîsa beşdarî danûstandinên agirbestê bûm. Di sala 2007'an de ez di nava hewldanan de bûm. Her wiha min di pêvajoya Xabûrê ya 2009'an û pêvajoyên piştî wê cihê de xwe girt. Daxwaza Birêz Ocalan her tim ji bo şirîkatiyek aştiyê ya bi biryar bû. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo êdî bi aştiyê bi dawî bibe, ji ber ku ne can û ne jî dema me ya windakirinê heye."












