Êriş îdeolojîk û sîstemîk in

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 20 Kanûn 2023 - 02:53

  • Siyasetzan Dastan Jasim: Xisleta dozên siyasî ev e: Kesek ji ber sûcekî diyar nayê cezakirin. Kesek weke nûnerê komekê, rêxistinekê tê cezakirin. Yanî di şexsê kesekî de gelek kes dikevin ber dozên dadgeriyê. Bi vê yekê, dozên nimûne tên çêkirin û ev gelekî karîger in jî. 

LUQMAN GULDIVÊ / DARMSTADT


Nijadperestiya li dijî Kurdan li Elmanyayê ne ji navendekê, lê ji gelek navendan bi rê ve diçe. Li aliyekî nijadperestiya sazûmankirî ya li nava sazî û dezgehên dewletê tevî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan heye. Bi hezaran dozan û bi dehan girtiyên siyasî, em dikarin behsa zilmeke rêxistinkirî ya li dijî Kurdan jî bikin. Li aliyê din nijadperestiya Tirk, Ereb û Îraniyên neteweperest ên li Elmanyayê heye ku dirûv dide nijadperestiya giştî ya li dijî Kurdan. Ji dema şerê li dijî DAIŞ´ê ve em nijadperestiyeke di nava Îslama siyasî de dibînin ku li Rojhilata Navîn belav dibe û heta li Elmanyayê jî dibe sedema êrişên nijadperest li dijî Kurdan. Herî dawî êrişên li dijî penaberên Kurd ên li wargeha hewandina penaberan a Tegelê ya li paytexta Elmanyayê Berlînê, nîşan da ku ev nijadperestî xwe jê venade ku şidetê li dijî Kurdan bi kar bîne. Li ser mijarê em bi akademîsyen Dastan Jasim re peyivîn. Dastan Jasim li Înstîtuya Elman a Lêkolînên Kurewî û Cihî (GIGA) niha lêkolîna xwe dike û xebata xwe ya doktorayê dimeşîne. 

Piştî ku min êrişa li Berlînê ya di Mijdara bihurî de bi bîra wê xist, Dastan Jasim got, “Divê em pêşî fêm bikin ku hejmara penaberên Kurd nexasim ên ji Tirkyeyê, zêde zêde bûye. Gelek piştî erdhejê hatin, gelek jî niha ji deverên Kurd ên Elewî yên weke Mereşê tên, bajarên wan hîna xirbe ne. Her çî navendên hewandina penaberan in, li wan êrişên li dijî van penaberên Kurd zêde dibin. Divê em zanibin ku ji wergêran heta bi personelê ewlekariyê, li van navendên hewandina penaberan, gelek kesên rastgir ên Îslamî û yên Tirk hene, jixwe rastgirên Tirk di heman demê de jî bi pirranî rastgirên Îslamî ne jî. Esas Kurd nexasim ji ber şerê xwe yê li dijî DAIŞ´ê û dewra Kurdan li Tirkiyeyê li dijî Îslama siyasî û saziyên Îslamî, weke dijmin tên dîtin. Wêneyekî Kurdan di nava van derdoran de, weke xayin,sîxurê siyonîstan tê xêzkirin û belav kirin, popagandaya wê tê kirin. Çapemeniya Erebî jî nijadperestiya li dijî Kurdan her pirrcarî ji nû ve hildiberîne, har dike. Kurdên li Sûrî weke xayîn, weke hevkarên Emerîkiyan tên binavkirin. Lê ev yek li deverên weke Dêrezorê ku pirraniya wê Ereb in jê tê avakirin; di çapemeniya Erebî de jî Kurd weke dagirker tên binavkirin; ev weke îroniyê ye, lewma lê binihêrin, DAIŞ weke dagirker nayê dîtin, Esed weke dagirker nayê dîtin. Çima? Ji ber ku Kurd weke biyanî tên dîtin. Em sentezeke nijadperestiyên neteweperestiyên Tirk û Ereb ên sedsalî dibînin tevî îmaja modern a ku Kurdan ji xwe re ava kir, weke hêza herî xurt a li dijî DAIŞ´ê û komên din ên Îslamî ku Erdogan jî destekê dide wan. Ev propaganda li Elmanyayê her diçe zêdetir xwe nîşan dide, û tesîrê li mirovên li wargehên penaberan û navendên hewandina penaberan jî dike.”

 

Dilovaniya Elman ji bo Îslama siyasî

Çima Elmanya ewqasî “dilovan” e ji van derdorên Îslamî re ku karibin ev qasî rehet êriş bikin, di saziyan de bi cih bibin. Li gorî Dastan Jasim, sedem ew e ku dewleta Elman ne xasim jî hîna bi kategoriyên serdema şerê sar li meseleyê dinihêre:

“Helbet aliyekî vê meseleyê yê çarçoveya înstîtusyonel ê li Elmanyayê heye. Ew mentiqê ji serdema şerê sar mayî li vir diyarker e ku Îslama siyasî weke yekeyeke ne komunîst didît; yanî cîhana rojavayî, Îslamiyên siyasî weke qet nebe ne li aliyê Sovyetê, qebûl dikirin. Vê yekê piştre jî dewam kir, gava mesele bû kontrolkirina koçberiyê, cihbicihkirina nîzama nû li Rojhilata Navîn. Ez dibêjim, mesele li vir, ´menagement´ e. Yanî Îslama siyasî li gorî hizrên çepgir bêhtir dikare bê birêvebirin, kontrolkirin. Ji ber wê, siyaseta Elmanyayê, siyasetên Kurd ên çepgir ji dehsalan ve krîmînalîze kirin, û di heman demê de meydan vala kirin ji bo yekîtiyên Îslamî û çarçoveyek di bin navê azadiya dîn de ji bo wan amade kirin, ku êrişkar gava êrişên wiha bikin, xwe ewle hîs bikin.” 

Dewleta rastgir li dijî Kurdan e

Lê mesele ne ev tenê ye; Dastan Jasim dibêje, aliyekî meseleyê yê elaqedarî rastgirbûna çerxa dewletê jî heye: “Li aliyekî li Elmanyayê hemûyî çûna ber bi rastgiriyê ve heye û rayedarên dewletê pişta wê digirin. Ji ber wê, li ber çavan tê girtin, ku siyaseta Kurd, di nava komên koçber de yeke bi hêz a seferberiyê ya çepgir e. Yanî hewldanên li dijî Kurdan û hevkariya bi istîxbarata Tirk re di çarçoveya çûna ber bi rastgiriyê ve, bi kêra wan jî tê; yanî barê wan sivik dike û her bêhtir agahiyan [know-how] bi xwe re tîne, weke nimûne navê xelkê ji hev du re eşkere dikin û tiştên welê. Li aliyê din, PKK´ê weke rêxistineke terorê dibînin, miameleyê wiha pê re dikin. Ji bo kesên ku ti karê PKK´ê li ser wan nayê tesbîtkirin jî, ev qedexe weke zor û zextê tê bikaranîn: ´Hûn zêdetir bidin navê, wê halê we jî bibe ev, em ê we weke PKK´yî nîşan bidin!´ Gava em li dozên li dijî PKK´ê dinihêrin jî, em dibînin ku terîfa destekkirina PKK´ê pirr fereh e, tevî ku lazim bû darîçavtir be. Sedema vê zelûliyê ew e ku Kurdan çavtirsandî bikin.”

 

Bi îmajên kevin nijadperestiya nû

Gelo rola siyaseta derve di vê yekê de nîne? Dastan Jasim wiha li min vedigerîne: “Aliyekî din ê meseleyê yê siyaseta derve ye, ew jî ew e ku Elmanya dixwaze xwe weke dost nîşanî Tirkiyeyê bide. Ji ber ku di mizakereyên bi Rûsyayê li ser meseleya şerê Ukraynayê de û her wiha di meseleya peymana li ser penaberan de Tirkiye gelekî muhim e.”             

Weke encam, Dastan Jasim wisa dihizire ku “Nijadperestiya li dijî Kurdan, siyasî tê xwestin û berferehkirin. Ez yeqîn dikim ku ew meseleya nekarîna kontrolkirinê, di ruhê civakî yê Elman de jî heye. Elman ji her tişta ku nayê kontrolkirin, aciz in: her tişta ku ecêb e, her tişta ku ew nikarin bixin kategoriyan. Li aliyê din li vî welatî gelek Tirk hene. Wan ew nijadperestiya xwe ya di hundirê wan de qalib girtiye, bi xwe re aniye, wan jî helbet tesîreke mezin kir, lewma ew vê îdeolojiyê belav dikin. Ev xwe li derveyî siyasetê, li gelek deveran dide der. Weke nimûne li dibistanan.

Nijadperestî bi avakirina xisletên neerênî ji bo komekê ava dibin; ji bo Kurdan ev xisletên neerênî her car eynî ne: Kurd weke komeke nikare hesabê wê bê kirin, weke xayîn, weke tundrawên çepgir, weke sûcdarên tawanên şidetê tên teswîrkirin. Ev li ser wan îmajên ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî tên avakirin, li Elmanyayê ji nû ve tên avakirin.”

 

Dozên siyasî ji bo cezakirina kolektîf in

Li ser dozên ji ber karê siyasî li siyasetvan û aktîvîstên Kurd tên vekirin û cezakirina van siyasetvanan, Dastan Jasim îşaret bi xisleta cezayê kolektîf ên van helwêstên dewleta Elman beramberî Kurdan dike: “Xisleta dozên siyasî ev e. Yanî kesek ji ber sûcekî diyar ê weke şidetê nayê cezakirin. Dozên ku belkî di salên 1990´î de karîbûn bixin stûyê PKK´ê, li Elmanyayê êdî nînin. Helbet ev doz dikarin bi rengekî din bimeşin. Lê xisleta van dozên siyasî ew e ku kesek weke nûnerê komekê, rêxistinekê tê cezakirin. Yanî di şexsê kesekî de gelek kes dikevin ber dozên dadgeriyê. Bi vê yekê, dozên nimûne tên çêkirin û ev gelekî karîger in jî. Gava kesek ji ber tiştekî tê cezakirin, zêhniyeteke krîmînalîzekirinê jî tê avakirin, bi wê yekê ku mirov êdî newêribin fikra xwe bibêjin, yan jî wan tiştan bibêjin, ji ber ku ditirsin. Gelek Kurd ditirsin ku herin xwepêşandanan, ew ditirsin ku wan weke terorîstan bi nav bikin. Yanî tesîreke van dozan a kolektîf heye. 
Helbet derfet heye ku ev doz bi awayekî din jî bimeşin. Lê esas tişta li vir ez bibêjim ew e ku lobiyeke Kurd nîne. 

Axir ji xwe di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de bicihkirina PKK´ê jî ne biryareke hiqûqî ye, çawa ku qedexekirina alayên YPG û YPJ´ê li Elmanyayê ne hiqûqî bû, tenê giştenameyeke wezîrê karê hundir bû.”

 

Projeya kitêba li ser nijadperestên Tirk

Dastan Jasim ev demek e ku di nava projeyeke kitêbê ya li ser rastgiriya Tirk li Elmanyayê de cihê xwe digire. Li ser vê projeyê ew dibêje “Ji havîna 2022´yan ve em bi Kurd-AKAD û Weqfa Amadeu Antonio li ser kitêbê dixebitin. Kitêb qediya û destpêka 2024´an tê weşandin. Di kitêbê de nûnerên gelek rêxistinên mexdûrên rastgirtiya hene, her yekê bi awirê xwe yê cihê û bi helwêstên cihê mijarê ronî dike. Sermeselê, Hasan Çelebi beşek li ser dewamîbûna zextê weke Elewî li Tirkiyeyê û weke karkerê mêvan li Elmanyayê nivîsî. Selda Akbayir bi awirên ji zanista perwerdeyê li ser nijadperestiya Tirk li dibistanan (li Elmanyayê) nivîsî. Û meqaleyêa me heye ku behsa tecrûbeya ciwanên Yewnan ên Pontusê bi nijadperestiya Tirk re dike. Wekî din gelek meqale hene ku li zayend, komên din ên etnîk hene.”
Naveroka vê kitêbê di sempozyuma 1´ê Nîsanê ya li Frankfurtê de hatibû minaqeşekirin.


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.