Hikûmeta Elman faşîstên Tirk dîsa şîrîn kirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 12 Kanûn 2023 - 16:35

Parlamena Federal a Elman, li ser malpera xwe bi awayekî fermî, hizra li ser nijadperestên Tirk ên li Elmanyayê ya hikûmeta heyî bi rêya wezareta karê hundir, ragihand. Li gorî vê, gefxwarinên li Kurdan ên li Elmanyayê ne cidî ne û ji ber ku nijadperest bi hişkî bi ya “komeleyên” xwe dikin, ev îstîsna ne tehlûke ne. Hikûmeta Elman berê bi heman awayî nijadperestên Elman û Tirk weke ne tehlûkeyeke cidî şîrîn kiribûn. Wezaret di warê faşîzma xwe disipêre Îslama siyasî de jî heman hizr îfade kiribûn, lê niha van “tesbîtên xwe” yên hingê li derewê diqelibîne. Niha meraq ew e, gelo gava êrişên eşkere li dijî Kurdên Elmanyayê çêbûn, zirar li mal û canê Kurdan bû, wezaret wê hizra xwe biguhere. 

Ev agahiyên li ser malperê xwe disipêrin, bersivên li pêşniyazpirsên hejmar 20/9590 (Bersiva roja 30.11.2023´yan a ji bo pêşniyazpirsa Die Linke) û hejmar 20/9204 (Bersiva roja 09.11.2023´yan a ji bo pêşniyazpirsa Die Linke).

Hikûmet qebûl dike ku “heqaret, gefxwarin û sorkirina xelkê” nexasim di ser medya civakî re li dijî Kurdan û muxalifên rejîma li Tirkiyeyê tê kirin û hin caran jî zerar li tiştan tê kirin: şikandina tiştan, bi rengan lewitandina avahiyan. Hikûmet qebûl dike ku gelek êriş hatine kirin û polês jî ji gelekan hatiye agahdarkirin bi ser de hikûmet agahdar e ku nijadperestên Tirk xelk birîndar jî kirine, gelekan sîxuriya dilxwazî kiriye li dijî welatiyên elman ên Kurd, lê bi awayekî ecêb, ji bo wê ti tehlûkeya nijadperestên Tirk li dijî ewlehiyê nîne. Ew tenê “rîskeke zêdetir ji bo kesên mexdûr heye”. 

 

Çîroka “munferîd” in

Mirov bivênevê dipirse, gelo hikûmet êrişên li dijî welatiyên xwe yên Kurd û Ermenî, ne muhim dibîne? Yan ev êriş gelo bi dilê wê ne?

Bi her halî hikûmeta Elman tehlûkeya nijadperestên birêxistinkirî kêm dibîne, “ji ber ku rêveberên komeleyan doza qanûnîbûnê” li endamên xwe dikin. Tehlûkeya heyî, bi ya hikûmetê ji ber çapemeniya Tirk û fermanên girtinê yên hikûmeta Tirk bi xwe ne, “ji ber wê dibe ku hin nijadperestên Tirk, bi serê xwe” hin belayan bînin serê “muxalifan”.

Hikûmet eşkere dibêje, ev tehlûke ferdî ye yan jî dibe ku hin komên “piçûçik” êrişan bikin. Hikûmetên Elman berê jî Îslama siyasî ya tundraw wiha nirxandibû û ji êrişên bombeyî heta bi êrişên çekdarî, bi kêran û bi maşînan, gelek êriş li Elmanyayê hatibûn kirin û bi sedan kes ji Elmanyayê tev li nava refên çeteyên DAIŞ, El-Qaîde û yên din ên îslamî bûbûn.

BERLÎN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.