Êrîşa li ser Kurdan rawestînin

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:15

Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren destnîşan kir êrîşên van demên dawî yên li ser Kurdan û nirxên Kurdan ji polîtîkayên rêveberiya Tirk ne bêrî ne, diyar kir Kurd ti caran wê li ber van êrîşan serê xwe netewînin û dev ji nirxên xwe neqerin û bang kir ku ev êrîşên bi nîjatperestî yên li ser Kurdan bêne rawestin.

Li aliyekî pergala aboriyê ya dewleta Tirk ber bi hilweşînê ve diçe, rêveberiya Tirk ku ji ti alî ve nema dikare rêveberiya dewletî bike û hemû sazûmaniya dewletî ber bi rizandinê ve aniye, ji bo ku temenê desthilata xwe dirêjtir bike û li ser rêveberiya riziyayî bigire çareye di geşkirina dijminatiya Kurdan de dibîne. Xasma jî van çend mehên dawî ji gelek aliyan ve dijminatiya li ser çand, zimanê Kurdî, lînca li ser Kurdan tê geşkirin. Diyar e ku bi biryareke stratejîk ji navendekê ve faşîzma dewletî li ser Kurdan hatiye sazkirin.

Bi vê çarçoweyê ji 21’ê Tebaxê û vir ve li 3 bajaran li dijî Kurdan êrişên nîjadperestî pêk hatin. Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel ên li Balikesîrê di înşaetê de dixebitîn, êvara 21'ê Tebaxê dema li Parka Ataturk a li Taxa Altieylûlê li muzîka Kurdî guhdar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 3 karkerên ku bi hinceta “Gilî heye” nasnameyên wan hatin kontrolkirin, rastî êrişa notirvan û xwediyê lûnaparkê hatin. Karkerên ji Amedê yên ku li Taxa Aksalur a navçeya Urgup a Nevşehîrê di karê montajirinê ya tesîsa enerjiya tavê de dixebitîn, ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribûn di 23'yê Tebaxê de rastî êrişeke bi çek, kêr û daran hatin.  

Herî dawî di 30'yê Tebaxê de li Salîpazariya Samsûnê karkerên çandiniyê yên ji Rihayê rastî êrişa çekdarî hatin. 

Êrîş bi kontrola rêveberiyê ne

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren derheqê êrîşên berfireh ên li ser nirxên Kurdan û Kurdan destnîşan kir ev rûdan bi polîtîkayên rêveberiya Tirk ve girêdayî ne û diyar kir çi jî bê kirin Kurd wê li ser van êrîşan serê xwe netewînin û dev ji zimanê xwe neqerin.

Eren diyar kir êrîşên nîjatperest ne li derî polîtîkayên rêveberiya Tirk pêk tên û got komên nîjatperest ên sivîl ku ji alî polîs û notirvanan ve hatine avakirin bi hêza ku ji desthilatê girtine êrîşan tînin ser Kurdan. Eren got, “Li gelek metropolên Tirkiyeyê li dijî Kurdan, karkerên Kurd û Kurdên ku bi zimanê xwe yê zikmakî muzîkê dibêjin û dîlanê dikin, kampanyayê lînckirinê çêdibin. Rewşa bingehîn a van êrişan, zimanê nefret û cihêkar ê desthilatê ye." 

Ew girtîgeh ne ewle ye 

Eren got: “Hevalê me yê li Balikesîrê êrîş birin ser hate girtin. Ew der ji bo wî ne ewle ye. Me bi nivîskî daxwaz kir ku wî bibin girtîgeheke din. Em careke din bi devkî bang li Wezareta Dadê dikin; em daxwaz dikin ku hevalê me yê li wir girtî ye bişînin girtîgeheke ewle û nêzî malbata wî." 

Eren bibîr xist ku ji karkerên ku li Nevşehîrê êrîş birine ser wan yek jê hatiye girtin û got ku ewlehiya wî kesî jî tune ye. 

Êrîşa li ser Kurdan rawestînin 

Eren anî ziman zext û zordarî tu carî wê serî bi gelê Kurd netewînin û got: “Em dizanin ku bi sedsalan e di her qada jiyanê de asîmîlasyon, tirsandin û zext li Kurdan hatiye kirin. Kurd tu carî dest ji ziman, hebûn, nasname û sembola xwe bernadin. Ev ne çareserî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes bi erkê xwe rabe ku demildest ev operasyonên siyasî, êrişên netewperestî û nijadperest ên li dijî Kurdan, jinên jurd, nasname, ziman û çapemeniyê bi dawî bibin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.