Stranên nijadperest dane guhdarîkirin

Şemî 10 Tebax 2024 - 02:05

Şandeyeya ku serdana wan kesan kirî ku ji ber gerandina govendê hatine girtine ragihand ku dema ew birine girtîgehê li ser wan hatiye ferzkirin ku wan tazî bikin ku û wiha ser wan bigerin, stranên nîjatperestî bi darê zorê bi wan dane guhdarîkirin û bal bire ser rewşa tendiristiyê ya dayikên ku hatine girtin.

Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, rêveberên ÎHD a Amedê û Êlihê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê pêkhatî, di 7'ê tebaxê de serdana Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê kir. Şandeyê hevdîtin bi wan kesan re kirin ku li ber stranên Kurdî govendg gerandibûn û ji ber vê hatibûn girtin û dayikên ku piştî operasyona Bilêxşê hatibûn girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz ku di şandeyê de cih girtibû, der barê serdana girtîgehê de agahî dan.

Stranên nijadperestî dane guhdarîkirin

Yilmaz anî ziman jin û zarokên ku birine girtîgehê hê dema ku ketine hundir li ser wan ferz kirine ku wan tazî bikin û li ser wan bigerin û hijmartina li ser piyan li ser wan hatiye ferkirin.  Yilmaz diyar kir ku li 2 jê zarok 4 kesên bi hinceta govend gerandine û dirûşme berz kirine hatine girtin, stranên nijadperest-netewperest hatine guhdarîkirin. 

 Yilmaz anî ziman ku destgirkirin û girtinên ji ber govengerandinê li derî hiqûqê ne u got ku desthilata heyî vegerıyaye pêvajoya salên 90’î. Yilmaz bilêv kir ku di wesayîta polîsan de bi ciwanên hatine girtin guhdarîkirina sirûdên nijadperest hesta "heyfstendinê" ye û got ku ev helwesteke pir talûke ye. 

Şertên girtîgehê ne guncav in

Yilmaz bi bîr xist ku hemû dayikên ku li Bilêxşê hatine girtin temenê wan di ser 65-70 salî re ye û gelek nexweşînên van dayikan hene û got ku yek ji wan ji sedî 72 astengdar e. Yilmaz got: “Yên din jî rojane dermanên şekir, tansiyon û dil bi kar tînin. Ji ber temen û nexweşiya wan şert û mercên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in. Dîsa şert û mercên fizîkî yên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in. Li girtîgeha ku lê dimînin ne klîma û ne jî vantîlator hene. Her wiha sarinca wan jî tune ye. Wan diyar kir ku ev li kantînê tên firotin, lê ji ber ku bihayên kantînê pir zêde bûne nikarin bikirin. Wan got ku di vê germa havînê de ava sar bi dest wan nakeve." 

Yilmaz destnîşan kir ku tenduristiya dayikan bi xetereyeke mezin re rû bi rû yeû got ku ev kes divê bi awayke negirtî bên darizandin.  

MA/MUJDAT CAN/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.