Sara û Sarya xwişkên hevin û xelkê bajaroka Çoman a girêdayî Hewlêrê ne. Piştî qedandina zanîngehê wan biryar da ku bibin xwedî karek taybet. Ji ber wê biryar dan kafeterya û pirtûkxaneyek vekin. Piştî ku projeya xwe bicihanîn, niha pirtûkxane û kafeterya wan bûye cihek aram û derbaskirina demek xweş ji bo jinan.
Sara Xalid ku beşa dermansazî qedandiye, di derbarê fikra vekirina kafe û pirtûkxaneyê de got: “Min destpêkê bi rêya internetê kêk û şîrînî difirot. Lê piştî karê min pêşket û xwesteka xelkê li ser zêde bû, min li gel xwişka xwe biryar da ku em kafeyek taybet û cûda vekin. Me navê wê xist Hesar Kafe, da ku her kes û ji her rêgezê kes lê kom bibin. Ev kar jî bi piştgiriya jinan, malbat bi taybetî bavê me pêkhat.”
Bila xwendin bibe çandek
Sara diyarkir ku xelkê bajarok ji karê wan razî ne û rojane gelek jin û malbat serdana cihê wan dikin. Sara got, destpêkê li Çoman cihek wisan nebû, tenê kafeteryayên zilaman hebûn, jinan nedikarîn serdana wan bikin. Li Kafeya Hesar beşek jê ji bo pirtûkan hatiye veqetandin û mîna pirtûkxaneyek biçûke. Wek Sara dibêje armanca wan a danîna pirtûkan ewe ku xwendina pirtûkan bikin çandek.
Sarya Xalid jî li ser vekirina kafeyê got: “Li Çoman ti cihek guncav ji bo jinan, malbatan yan jî pirtûkxaneyek nine. Ji ber vê yekê me biryara vekirina cihek wisa da. Ji dema me dest bi vî karî kir ku çend mehek e, xelkê bi taybetî jinan pêşwaziyek germ li me kir. Piştgiriya gel ji bo me bû hêz da ku bikarin hîn zêdetir giringî bi vî karî bidin.”
Derbarê pirtûkxaneyê de jî Sarya got: “Beşek ji kafeya me pirtûkxaneye. Pirtûkên li ser mijarên cûda ne, piraniya wan pirtûkan min bi xwe xwendine û sûd jê dîtine. Min li vir danîne da ku kesên din jî sûd jê wergirin. Di dema pêş de jî em ê pirtûkxaneya xwe berfireh bikin.”
ROJNEWS/ÇOMAN