Du gulberriyên Kurdistanî li Elmanyayê
În 3 Îlon 2021 - 01:52
Li Elmanyayê, Civaka Dostên Gulan a Elman li Westfalen Park a Dortmundê, sala 2012’an lîsteyeke gulên li Elmanyayê derxist. Di vê lîsteyê de du caran navê Kurdistanê jî heye. Gulek jê esas gulçîçeke şîlanê ye. Gulçîçekên wê spî û pumbe/avorî ne. Ev guleke berriyê ye. Navê wê yê zanistî 'Rosa britzensis' e. Botanîkvanê Elman, Adalbert Emil Koehne cara ewilî sala 1901‘ê ew terîf kiriye. Ev gulçîçeke Kurdistanî ye. Berê gulçîçekên wê 8 ta 9 santîmetroyan fereh dibin. Şîlanên wê yên sor jî gava digihin gilover in û berê wan qederê 2 santîmetroyan e. Deviya wan jî di neqeba 2 û 3 metroyan de bilind dibe.
Gula din jî weke vê ji gulên berriyê ye. Navê wê yê zanistî 'Rosa filipes' e. Ji bilî urdistanê ew li hin herêmên Çînê jî heye. Gulçîçekên wê jî spî ne. Pelên gulê 4 ta 7 santîman dirêj û heta bi 3 santîman fereh dibin. Şîlanên wê yên glover jî ji Hezîranê heta bi Mijdarê digihin û hûrik in: ji santîmetroyekê piçûktir in.
FRANKFURT