Divê em xwezaya Kurdistanê biparêzin

Duşem 7 Nîsan 2025 - 02:55

ROZA METÎNA / AMED

Endamê Komeleya Xwezaya Cîlo Xalit Soydan têkildarî qirkirin û talana xwezaya Kurdistanê da zanî peywira wan a girîng ew e ku li dijî êrişên li ser xwezayê têbikoşin û wiha got:" Tirkiye girêdayî pergala kapîtalîst e. Her çiqas xwezaya me dewlemend be jî ji ber vê hişmendiyê mirovên me her xizan dimînin. Loma divê em li xwezaya Kurdistanê her tim xwedî derkevin û biparêzin."

Êriş û talana li ser xwezaya Kurdistanê dewam dike. Xwezaya Kurdistanê bi alîkariya sîstema heyî ve ji qadên rantê re hatiye vekirin û her roj tê qirkirin. Ev qirkirina sîstematîk di heman demê de bi destên cerdevanan jî pêk tê. Li Şirnexê bi taybet dar bi destên cerdevanan tên birîn û firotin. 

Endamê Komeleya Xwezaya Cîlo Xalit Soydan têkildarî qirkirin û talana xwezaya Kurdistanê nirxandin kir. Xalit Soydan wiha got:”Ji bo parastina xweza û civakê jî divê em her dem hişyar bin. Lê belê desthilatdaran her xwestine xwezayê li gor berjewendiyên xwe bi teşe bikin. Loma xweza û civak her bûne hedef."

Xweza cihê jînê ye

Xalit Soydan di destpêkê de bal bir ser wateya xwezayê û wiha got:"Xweza di serê her tiştî de cihê jînê ye, warê jîyana zindî û ne zindîyan e. Xweza serbixwe ye. Li gor şert û mercan diguhere, xwe nû dike. Ji bo jiyanê pewîst e ekolojî her tim di dil û mejiyê mirov û civakê de zindî be. Heyfmixabin gelek mirovan jiyangeh baş fam nekiriye."   

Zihniyeta îktidarên heyî 

Xalit Soydan ê bal bir ser modernîteya kapîtalîst û zihniyeta îktidarên heyî wiha pê de çû:"Modernîteya kapîtalîst ekolojiyê, xwezayê her tim paşguh dike. Îktidar jî xizmeta vê yekê dike. Nahêle xweza û mirov bigihêjin hev. Ekolojî gelek caran ji bo deshilatdaran dibe asteng. Îktidar li ser dewlemendiyên xwezayê û quweta enerjiyê dixwaze bi ser bikeve. Loma îktîdar hebûna xwe li ser xwezayê dimeşîne. Îktidarên heyî bi bêexlaqî û bêwijdanî nêzî xwezayê dibin. Loma kîja îktidar hatiye bi vê hişmendiyê êrişî xwezaya me kirine."

Divê em xwezaya Kurdistanê biparêzin

Xalit Soydan da zanîn divê ew xwezaya xwe her tim biparêzin û wiha dewam kir:"Xwezaya Kurdistanê bi mejiyê desthilatdaran herîmiye. Lê divê mirov rewşa erdnîgarî û xwezayê baş fêm bike. Xwezaya Kurdistanê pir dewlemend e lê hişmendiya serdest her tim li vir her tim kanên komiran çêdikên, bendan ava dikin û şênkahiyê tune dikin. Hewce ye mirov xwezayê serast bixwîne û talan neke. Lê belê Tirkiye girêdayî pergala kapîtalîst e. Her çiqas xwezaya me dewlemend be jî ji ber vê hişmendiyê mirovên me her xizan dimînin. Loma divê em li xwezaya Kurdistanê her tim xwedî derkevin û biparêzin."

Dar bi destên cerdevanan tên birîn

Xalit Soydan di heman demê de bal bir ser polîtîkayên şer ên li dijî xwezaya Kurdistanê û wiha got:"Wekî mînak herêma zogrosan a heybet bingehek parastina civak û zindîyan bûye. Lê çiqasî şer rûdaye mixabin her tim xweza di navberê de çûye. Divê şer tune be çimkî kambaxî ye. Şer xizanî, belengazî û koçberiyê tîne. Bi polîtîkayên şerê taybet, darên li daristanên Kurdistanê bi destên cerdevanan tên birîn û firotin. Hewcedariya tevgerên demokrat hene da ku li ser xwezayê lêkolînê bike û li dijî talanê derkevin. Ji bo têkoşîneke mezin û berfireh a li dij talana xwezayî divê felsefeya civaka demokratîk jî pêş bikeve."

Xweza û civak her bûne hedef

Xalit Soydan bal bir ser biteşekirina xwezayê ya ji aliyê desthilatdaran ve û wiha got:"Wateya azadiyê ji xwezayê tê û gotina Jin Jiyan Azadî bêtir watedar dibe. Ji ber ku jin jiyan û xweza ye. Xweza gerdûnî ye jî. Çand û hunerê jî di nav xwe de vedihewîne. Hewce ye dîrokek heqîqetê li ser bingeha mîtolojiya civaka xwezayî bê sazkirin. Xweza û civak her heye. Ji bo parastina xweza û civakê jî divê em her dem hişyar bin. Lê belê desthilatdaran her xwestine xwezayê li gor berjewendiyên xwe bi teşe bikin. Loma xweza û civak her bûne hedef."

Xweza bandorê li tendirustiyê dike 

Xalit Soydan diyar kir ku qirkirina xwezayê di heman demê de bandoreke neyînî li ser tendirustiya mirovan jî dike û wiha bi dawî kir:”Xweza her tim xwe nû dike û xwe diparêze. Bandora wê ya li ser tenduristiya mirovan jî gelekî zêde û girîng e. Ne tenê mirov gelek zindewarên dinê jî bi vê pergala xwezayê ve girêdayîne û di binê bandora xwezayê de dimînin. Pergala kapîtalîzmê ji ber ku bi xwe re gelek qeyranan tîne ev yek bandorê li ser tenduristiya her zindîyî jî dike. Wekî mînak dema av gemarî dibe ev bandoreke neyînî li ser tendirustiya hemû zindiyan dike. Di heman demê de dermanên kîmyewî jî dema li fêkiyan dibe ev dibe sedema zirareke mezin. Ev zirarê dibe mêşên hunguvan jî. Nexweşiyên qeyrana dil, pençeşêr û gelek nexweşiyên din ji ber gemarî û dermanên kîmyewî yên li xwezayê belav dibin jî çêdibên. Loma ji bo em xwezaya biparêzin divê em her tim li berxwe bidin û têbikoşin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.