Doza perwerdehiya fermî ya bi Kurdî
În 13 Çile 2023 - 00:44
Saziyên çand û zimanê Kurdî derbarê dersên bijartî de daxuyanî dan û di daxuyaniyê de wan got, dersên bijarte, xapandin e û daxwaza gelê Kurd, perwerdehiya fermî ye. Saziyan derbarê dersên bijartî yên li dibistanên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wan got, Kurdî her tim hatiye qedexekirin û tinehesibandin, û Kurd, Kurdî û Kurdistan jî bê statu tên hiştin.
“Rêbazeke bingehîn a dewleta Tirk a ku êdî nikare zimanê Kurdî ji binî ve û rasterast tine bihesibîne ew e ku ji neçariyê bi lîstik û kiryarên xapînok bêstatubûna Kurdan û bêstatûbûna Kurdî bide rewakirin û pejirandin. Bi vê armancê ji aliyekî ve, li bin navê 'dersên hilbijêr' dixwaze rê li ber perwerdehiya zimanê bi Kurdî û fermîbûna Kurdî bigire û kiryarên xwe yên bişaftina Kurdan veşêre, di hişê gelê Kurd de şêlûbûnekê pêk bîne û nakokiyan çêke, li aliyê din her roj bênavber ji her milî ve êriş û tevkujiyên herî dijwar li ser me Kurdan û nirxên kurdewar dimeşîne.
Em bi lîstikan naxapin
Bêguman haya me Kurdan ji van kirinên xapînok heye û em bi van lîstikan naxapin. Nêzîkatiya me Kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê gelekî zelal e û eşkere ye; Tirkî xwedî kîjan mafan be divê Kurdî jî xwedî wan mafan be. Tirk xwedî kîjan mafan bin divê Kurd jî xwedî wan mafan bin.
Daxwaza me jî gelek zelal û eşkere ye. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û ji pêşdibistanê heta bi zanîngehê li her merheleyê bibe zimanê perwerdehiyê, Kurd li gorî rasteqînî û nirxên xwe bi zimanê xwe perwerde bibin û di qanûna bingehîn de û di qada navneteweyî de ev yek bê misogerkirin.
Ji bo pêkhatina vê yekê jî em wek saziyên zimanê Kurdî, bang dikin li partî, sazî, dezgeh, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd û Kurdan hemûyan û kesên ku mirovahiyê diparêzin, da ku têkoşîna zimanê Kurdî her kêliyê û li her qada jiyanê, bi giyanê seferberiyê û bi awayekî raperîner bilind bikin, bi rê û rêbazên herî dewlemend, afirîner û encamgir her kêliyê her derê bikin qada têkoşîn, dibistan û zanîngehên zimanê Kurdî.”
Di nava saziyên ev bang kirî de Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê û gelek sazî, rêxistin û degehên din hene.
MA/AMED