‘Divê PDK fêm bike!’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:06

  • Hunermendên Silêmaniyê, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji 17’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê dewam dikin, axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla anîn ziman.

BIRWA ESHED / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Hunermendên Silêmaniyê, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji 17’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê dewam dikin, axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla anîn ziman.

Hunermendên li Silêmaniyê, diyar kirin ku artêşa Tirk hatiye welatê wan dagir dike, û gotin, erka aliyan hemûyan e ku dengê xwe derxin: “Divê PDK fêm bike ku şerê Kurd bi Kurd re şerê tinekirina neteweya Kurd e û bi xwe ziyaneke mezin wê li wê bibe.”

‘Ew Kurdistanê dagir dikin’

Derhêner û Sîmemakar Herdî Semîr got, “Di dema şer û dagirkeriyê de erka herî mezin dikeve ser milê hunermendan. Dibe ku ez nikaribim çekê hilgirim, lê dikarim nihêrîna xwe bibêjim û piştgiriya Kurdistanê û wan Kurdên li çiya bikim. Ti demê êrişên Tirkiyeyê yên li ser vir, taybet ne li ser tevgereke diyarkirî yan ji PKK’ê ye. Ne ji ber PKK’ê êriş dikin, ew tên Kurdistanê dagir dikin û çanda me tine dikin. Lewma erka hunermend ew e ku piştgiriya hevalên xwe ji bo derxistina vê artêşa hov a hatiye nava welatê me bike.”

‘Kurd her dijmin e ji bo wan’

Îbrahîm Ehmed ê stranbêj jî li ser heman mijarê got, “Her Kurda/ê dilsoz ji bo xak û nîştimana xwe û bixwaze jiyaneke bi şeref li ser xak û ava xwe bijî, divê parastina hebûna neteweya xwe bike. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê, tenê li dijî PKK´ê ne, armanca mezin ew e ku ruhê ku niha heye, tine bike.”

Îbrahîm Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk çawa dijberiya PKK’ê dike, teqez bi heman armancê dijberiya hêzên Kurd hemûyan dike û wiha domand, “Lewma hestên nîştimanî, neteweyî yên Kurdên dilsoz ew in ku qet nebe, ji bo rûmeta neteweya xwe û serbilindiya xwe, heger nikare şer jî bike, riyên din ji bo tekoşîna li dijî vê dagirkeriyê bibîne. Divê PDK fêm bike ku şerê xwe bi xwe, şerê tinekirina neteweya Kurd hemûyî ye.

Wê ji bo wan jî ziyaneke mezin be. Tenê dagirkerên Kurdistanê ji vî şerî wê sûdê bigirin. Her Kurda/ê dilsoz, hêzên nîştimanî û neteweyî, divê vê rastiyê baş zanibin. Ji bo wan, Kurd her dijmin e û ti caran dijmin jî nabe dost.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.