Divê neteweperestî betal be

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:05

  • Cemîl Bayik: Pirsgirêkên Kurd û Filîstînê ku du pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn in û du dînamîkên herî mezin ên demokratîkbûnê ne. Çareseriya van herdu pirsgirêkan, bi mêjî û nêzîkatiyeke demokratîk dibe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezeyê ji ANF'ê re nirxand, ku piştî êrişa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê dest pê kir.

Cemîl Bayik di nirxandina xwe de behsa sedema pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filîstînê û rêbaza çareseriyê kir û got,

“Di bingehê pirsgirêk û nakokiyên Ereb-Cihû de neteweperestî heye. Lewma çareserkirina vê pirsgirêkê, jiyana bi hev re û aştiyane tenê bi têkbirina neteweperestiyê, bi jiholêrakirina neteweperestiya olî û laîktiyê dibe; ev her du jî versiyonên netewe dewletê ne. Rêbaza ku em destnîşan dikin, ev e. Em di wê baweriyê de ne ku bi avakirina netewe dewletê, pirsgirêk çareser nabe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê, niha ev yek weke çareseriya herî bipêşketî tê pêşkêşkirin. Bêguman dewleta Îsraîlê vê jî qebûl nake. Lê belê ji bo Filistîniyan avakirina dewletekê wê nebe çareseriyeke mayinde ji bo pirsgirêkê. Beriya her tiştî divê mejiyê netewe dewletê ji holê bê rakirin. Heta ku ev neyê kirin şer û nakokî naqedin. Bi mejiyê netewe dewletê cografya, çiya, çem, bajar ji hev têne qutkirin û ev yek çareserî nîne. Çareseriya ku ji bo Qûdsê diyar dikin, bajêr dike du parçe. Gelo tiştekî bi vî rengî dibe? Li vê xaka qedîm, gelek gel, civak û bawerî bi hev re dijîn. Li cografyayeke bi vî rengî ku cihêrengiyeke di vê astê de lê heye, gelo netewe dewletî û neteweperestî dikare pirsgirêkan çareser bike? Ji bilî şerê li hemberî hev, tiştekî bi xwe re naîne. Jixwe, ya ku ev sed sal in diqewime jî ev e. Jiholêrakirina vê yekê bi çareserî û mejiyê neteweya demokratîk dibe; di nava wê de cihêrengî hemû bi hev re hene, bi netewe, çand, baweriya xwe, xwe îfade dikin. Cihê ku çareseriya neteweya demokratîk lê herî zêde bi cih were anîn, cografya gelên Îsraîl û Filistînê ye.”

Ew ê dawiyê li komployan bîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd û Filîstînê li Rojhilata Navîn axivî û got, “Sîstema ku hêzên modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ava kirin, li dijî gelan bû. Bi neçareserkirina van herdu pirsgirêkan re, bi ferzkirina qirkirinê re li Rojhilata Navîn rewşa bi pirsgirêk hate dewamkirin. Bi vê yekê re netewe dewletên li Rojhilata Navîn li hemberî hev hatin bikaranîn, ew bi hev dan şerkirin û hêzên hegemonîk bi vî rengî kontrol xistin destê xwe. Rojhilata Navîn bi temamî bi xwe ve girêdan. Gelên Rojhilata Navîn êşên gelekî giran ji vê yekê kişandin, zerar li wan bû. Zerara herî mezin jî li gelê Kurd û gelê Filistînê bû. Çaresernekirina van herdu pirsgirêkan, ne ku tenê bandor li van gelan kir, di heman demê de bû sedem ku hêzên mêtinger û împeryalîst li ser herêmê serwer bibin û zerar li gelan hemûyan bibe. mirov dikare bibêje, heger ev herdu pirsgirêk bêne çareserkirin, li Rojhilata Navîn wê bipêşketinên girîng pêk werin, dawî li şer bê anîn û aştiyeke rasteqîn bi cih were. Pirsgirêkên Kurd û Filistînê pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn in. Di heman demê de dînamîkên herî mezin ên demokratîkbûna li Rojhilata Navîn in. Çareserkirina van her du pirsgirêkan jî bi mejî û nêzîkatiyeke demokratîk dibe, lewma ev yek wê li Rojhilata Navîn dawiyê li neteweperestî, olperestî, netewe-dewletperestî û her cûre fanatîzmê bîne û ev tişt çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkên li Rojhilata Navîn in. Bi çareserkirina mayinde ya van her du pirsgirêkan re li Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îsraîlê wê guherîna demokratîk pêk were ku ev yek bi tena serê xwe girîngî û mezinahiya vê bipêşketinê nîşan dide. Li aliyê din, tevahiya dîzayn, operasyon û zemînên komployê yên ku li ser Rojhilata Navîn hatine amadekirin, hemû wê ji holê bên rakirin. Çareserkirina pirsgirêkên Kurd û Filistînê wê bandoreke erênî li tevahiya cîhanê bike.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.