Meqawmey Îslamî li Îsraîlê da

Nûçeyên Cîhan

În 18 Cotmeh 2024 - 00:41

Şerê Îsraîlê û Hîzbûlah û Hamasê gav bi gav li herêmê berbelav dibe. Li aliyekî Iraq, ji aliyekî Yemen û Şam dikevin ber bayê vî şerî. Koma Meqawmey Îslamî ya li IraqÎ ragihand ku weke bersiveke dijî şerê Îsraîlê yê li ser Hîzbûllah û Hamasê berê sibehê bi rêya balafirên bêmirov êrîş birine ser navçeya Îlatê ya Îsraîlê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin êrîşa wan gihaştiye armanca xwe lê derbarê ziyanan bi êrîşê çêbûyî ti agahî neda.

Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi çarçoveya piştgiriya Hîzbûllah û Hamasê hêzên wan li êrîş birine ser Îsraîlê û droneya ku şandine li navçeya Îlatê ya Îsraîlê ketiye.

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê gelek caran bi balafirên bê mirov êrişî Îsraîlê dike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.