Îsralîlê li Şamê da: 7 kuştî

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 00:57

Îsralîlê li herêma Mezê ya Şamê li avahiyekê da û di encamê de 7 kes hatin kuştin, 11 kes birîndar bûn. SOHR’ê ragihand avahiya ku fermandarên Pasdarên Îranê û Hîzbûllahê diçûnê bûye hedefa êrîşên Îsraîlê.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir avahiya ku fermandarên Pasdarên Îranê û Hizbullah diçûnê bû hedef. Her wiha SOHRʹê da zanîn ku Îsraîlê avahî û erebeya ku li nêzî wê sekinîbû jî kiriye hedefa xwe.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê jî diyar kir ku di êrişê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûne. Li aliyekî din jî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê aşkera kir ku avahiyeke niştecihan li herêma Mezê bi 3 moşekan ku ji aliyê Colanê ve hatine avêtin, hat hedefgirtin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Îranê diyar kir ku tu endamekî Pasdarên Îranê di êrişa li dijî Mezê de nehatiye hedefgirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Mezê li rojavayê Şamê ye û tê de gelek baregehên ewlehî û leşkerî, baregeh û navendên niştecihbûna fermandarên Filistinê û Îranê yên payebilind hene, li aliyekî din jî li wir avahiyên balyozxane û rêxistinên navneteweyî hene.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.