Rojava Rûmeta Me Ye!

Duşem 9 Kanûn 2024 - 03:15

  • Li seranserî Ewrûpa û Skandînavyayê Kurd û dostên xwe yên enternasyonalîst li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rabûn ser piyan û herikîn meydanan. Di çalakiyan de peyama parastina Şoreşa Rojava hate dayîn.

Li Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Avûstûrya, Yûnanîstan û Swêdê, Kurd û dostên xwe, ji bo parastina Şoreşa Rojava û rûreşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn meydanan. 

ELMANYA

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û dilsoziya bi gelê Rojava re meşek girseyî hat lidarxistin.

Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşê. 

Kurdên li bajarê Ravensburg ê herêma Bodensee ya eyaleta Baden-Wurtemberg a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşa dewletên mêtinger û çeteyan ên li ser Rojava, mîtîng li dar xistin. Li gel barana dijwar jî dostên Kurdan ên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Li Neustadta a li bajarê Dresdenê, bi pêşengiya Meclisa Gel a Dresdenê, Jina Mala û Înîsiyatîfa Kurdistanê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de êrîşên li ser gelê Kurd ên komên cîhadîst ên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JIN’ê li Oper Platzê meş lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin. 

Gelê Kurd û enternasyonalîst, li Hauptbahnhofa li bajarê Elmanyayê Kasselê li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojavayê protesto kirin. Di çalakiyê de bi berzkirina dirûşmeyan li Qada Am Sternê meş hat lidarxistin.

Li bajarê Freiburgê gel êrîşên çetewarî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê protesto kirin. Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana Rojava", “Bijî berxwedana gerîla" , “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ" hatin berzkirin. 

Pêkhateyên ADGB Ulmê ne, li navenda bajarê  Ulmê mitîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên li ser gelê Kurd û gelên din ên herêmê yên bi destê komên cîhadîst ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, hatin protestokirin. Li bajarê Kiel, Berlîn û Stûtgartê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin.

FRANSA

Li bajarê Reîms ê Fransayê bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Ciwan (TCŞ), çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Meşa ku ji stasyona trenê ya navendî bi awayekî girseyî destpê kir heta Qada Sube Fountain dewam kir. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş hatin şermezarkirin. 

Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi hezaran ciwan û Kurdistanî herikîn qadên li paytexta Fransa Parîsê. Nûnerên Partiya Fransa, endamên sendîkayan û ekolojîst jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan meşa ku li Meydana Republique destpê kir. Girse gihîşt Qada Stalîngradê, çalakî veguherî mîtîngê. 

Bi bangawaziya CDK-F’ê Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lorientê li hev kom bûn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin. Her wiha li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê, ji Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê hate xwestin ku bi hişmendiyeke berpirsyar piştgiriya kampanyayê bikin. 

Li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ li dijî dagirkerî û tecrîda Îmraliyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş li herêma Canabiere ya bajêr destpê kir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir. 

Li bajarê Nantes ê Fransayê bi armanca silavkirina berxwedana li Rojava çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser gefên li ser Rojava û girîngiya piştevaniya navneteweyî. Sazî û partiyên weke Union Communiste Libertaire, Partiya Komunîst a Fransa û Partiya Karkeran a Fransayê piştgirî dan çalakiyê.

Li bajarê Strasburgê bi pêşengiya TCŞ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter ên li ser Rojavayê meşek hat lidarxistin. Çalakî li Place de la Bourse heta Place Republiqueyê hat lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan li herêma Alsace dijîn jî beşdarî çalakiyê bûn.

HOLLANDA

Li bajarê Korte Voorhout ê bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Dem-Nedê hat lidarxistin de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Girseyê soza parastina destkeftiyên Rojava dan.

SWÎSRE

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û enternasyonalîstan li Baselê meşek hat lidarxistin. Çalakgerên li Parka De Wette kom bûn, ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê YJK-S’ê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Tora Serhildanê ya Enternasyonalîst ku li Fransa, Belçîka û Swîsreyê li ser esasê parastina Şoreşa Rojava û piştgirîdayîna Kurdistanê xebatên xwe didomîne, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê çalakiyek li dar xist û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojavayê kir.

YÛNANÎSTAN

Li paytexta Yûnanîstan Atinayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ)  meşek hat lidarxistin. Bi dehan kes li dijî êrîşên li ser Rojavayê li ber Akademiasê li hev kom bûn û heta Balyozxaneya Tirk meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Kurdistan", "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan", "Jin Jiyan Azadî". "Terorîst Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

AVÛSTÛRYA
Kurd û dostên wan li paytexta Avûstûrya Viyanayê daketin qadan û bi pêşengiya Dem Kurdê meşek li dar xistin. Gel piştî axaftinan heta Qada Heldenplatzê meşiya. Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.

SWÊD

Li paytexta Swêd Stockholmê jî, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurd bi sedan kes li meydana Norra Bantorgetê kom bûn. Di kûçe û kolanên Stockholmê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê û YPJê”, “Bijî piştevaniya bi Rojava re”, “Bimre dagirkeriya dewleta Tirk” bilind bû.

Nûnerên Karlstadê yên Partiya Kesk a Swêdê jî beşdarî çalakiya li Karlstadê bûn. Çalakî li navenda bajarî hatblidarxistin û ji bo Kurdên ku li Heleb û Şehbayê dijîn û di bin xetereyê de ne bangawaziya hevgirtinê hat kirin.

Li bajarê Vasteras ê Swêdê li dijî êrîşên li ser Rojavayê çalakî hat kirin. Bi sedan kes beşdarî çalakiya protestoyî bûn û ji ber dewleta Tirk piştgiriya dide çeteyan û êrîşên wê yên li ser Rojavayê, bangawaziya boykotkirina berhemên dewleta Tirk hat kirin.

Yek ji navendên çalakiyên hevdem jî bajarê Goteburgê bû. Bi sedan kesan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku divê raya giştî ya navneteweyî, ji ber dagirkeriyê dewleta Tirk ceza bike. Rêxistinên komunîst û mafparêzan piştgirî da çalakiyê û Swêdiyan jî eleqeyeke mezin nîşan da.

Li bajarê Gavle jî Kurd daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin û Swêdiyan jî piştgirî da çalakiyê.

Kurd û dostên wan ên ku li bajarê Sandvîken ê Swêdê di pêşengiya Meclîsa Gel a Gavleborgê de hatin ba hev , êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.