Şandina pereyan a ji girtiyan ne sûc e

Duşem 9 Kanûn 2024 - 02:30

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka TUHAY-DER'ê Yeter Erel têkildarî kampanyaya şandina pereyan a ji girtîgehan re wiha got:"Bi taybetî şandina pereyan a ji girtiyan a ji aliyê aliyên sêyemîn ve, tevî ku ti bingeheke wê ya hiqûqî nîne, bi sûcdariyên weke 'fînansekirina terorê' tê sûcdarkirin. Şandina pereyan a ji girtiyan ne sûc e." 

Ji ber şandina pereyan a li girtîgehan gelek caran kes hatin binçavkirin û girtin. Li ser vê yekê TUAY-DER'a Amedê bi dirûşma "Şandina pereyan a ji girtiyan re ne sûc e" kampanya da destpêkirin û di çarçoveya kampanyaya hatiye destpêkirin de ji girtiyan re pere hat şandin. Hevseroka TUHAY-DER'ê Yeter Erel têkildarî mijarê axivî. 

Tecrîd sîstematîk e 

Yeter Erel di destpêkê de bal bir ser tecrîda li girtîgehan û wiha got:"Em niha bi pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan re rû bi rû ne. Ev tecrîd weke polîtîkayeke sîstematîk a ku ne tenê şert û mercên jiyanê yên girtî û hikumxwaran, di heman demê de têkiliyên wan ên bi malbatên xwe re ava dikin jî qut dike. Di serdanên me yên wekî TUAYDER'ê de em bi zelalî dibînin ku tecrîd ne tenê tecrîta fizîkî, di heman demê de tecrîta derûnî û civakî jî diafirîne.Tecrîd ne tenê têkiliya girtiyan bi girtiyên din re, bi malbatên wan re jî sînordar dike. Malbat ji ber qedexeyên kêfî nikarin xizmên xwe bibînin. Ev rewş hem li ser girtiyan hem jî li ser malbatên wan zexteke kûr a derûnî dike. Armanca vê polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî tecrîdkirina têkoşîna wan a civakî û tirsandina her kesê ku bi vê têkoşînê re di nava piştevaniyê de ye. Weke TUAYDER em li dijî her cure tecrîdê ne. Em destnîşan dikin ku ev polîtîka mafên bingehîn ên mirovan ên girtiyan binpê dike û di heman demê de hesta edaletê ya di nava civakê de têk dibe. Ji ber vê yekê em bi malbatan re hem têkoşîna hiqûqî û hem jî hevgirtina civakî xurtir dikin. Armanca me ya bingehîn a li vir ew e ku em vê tecrîdê bidin xuyakirin, li dijî vê neheqiyê bang li gelan bikin ku bi hev re têbikoşin û dengê girtiyan bidin bihîstin."

Gelek girtiyên nexweş hene 

Yeter Erel di heman demê de bal bir ser girtiyên nexweş û wiha pê de çû:"Mixabin em dibînin ku gelek girtiyên nexweşên giran ên li girtîgehan ku pirsgirêkên wan ên giran ên tenduristiyê hene û nikarin bi tena serê xwe bijîn, nayên berdan. Di hevdîtinên me yên weke TUAYDER'ê de em ji malbatan dibihîzin ku rewşa tenduristiya van kesan gav bi gav ber bi nebaşiyê ve diçe û pêvajoyeke ku tê wateya binpêkirina mafê jiyanê tê meşandin. Bi taybetî dema mijar dibe girtiyên siyasî, rewşa wan a tenduristiyê çiqasî krîtîk be jî, em dibînin ku pêvajoyên serbestberdanê hema bêje bi temamî tên rawestandin. Ev nêzîkatî weke polîtîkayeke ku armanc dike girtiyan di girtîgehê de ber bi mirinê veke. Girtiyên nexweşên giran hem hiqûq û hem jî wijdan ji nedîtî ve tên. Weke TUAYDER em vê rewşê her tim tînin rojevê. Em dosyayên girtiyên nexweş bi berfirehî lêkolîn dikin û ji bo piştevaniya malbatên wan tevdigerin.”

Ferzkirina poşmaniyê

Yeter Erel da zanîn li girtîgehan poşmanî li girtiyan tê ferzkirin û got:"Yek ji rêbazên herî dijwar ên zextê yên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan ferzkirina poşmaniyê ye. Ev pêkanîn ku ji girtiyan tê xwestin ku fikir û nasnameya xwe red bikin, hem li dijî rûmeta mirovahiyê ye û hem jî binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e. Sepandina poşmaniyê ne tenê girtiyan, malbatên wan û hesta edaletê ya tevahiya civakê dike hedef. Tevî ku girtî pîvanên 'reftarên baş' bi cih tîne, înfaza xwe temam kiriye û divê azad bibe jî, ji ber ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nake, azadiya wan tê desteserkirin. Di vê pêvajoyê de serbestberdana girtiyên siyasî bi hincetên keyfî gelek caran tê taloqkirin.”

Kampanyaya şandina pereyan 

Yeter Erel da zanîn şandina pereyan a girtîgehan ne sûc e û wiha got:"Kampanyaya ku me wek TUAY-DER a Amedê bi dirûşma 'Şandina pereyan a ji girtiyan re ne sûc e' da destpêkirin, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên bingehîn ên girtî yên li girtîgehan û ji bo zêdekirina hevgirtinê ji bo van pêwîstiyan pêk hat. Şandina pereyan a ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke yên girtiyan di girtîgehan de mînaka hevgirtina mirovan e û bi ti awayî nabe sûc. Lê di van salên dawî de em dibînin ku nêzîkatiyeke nehiqûqî ya krîmînalîzekirina vê hevgirtinê berbelav bûye. Armanca bingehîn a kampanyaya me ya 'Şandina pereyan a ji girtiyan re ne sûc e' ew e ku li hemberî van pêkanînên keyfî û derqanûnî hişyarî û berxwedan bê kirin. Weke TUAY-DER a Amedê em li dijî van bêhiqûqiyan her cure têkoşîna hiqûqî û civakî didomînin. Kampanyaya me ne tenê ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên girtiyan e, di heman demê de li dijî van pêkanînên keyfî ji bo hişyarî û berxwedanê ye. Em bang li her kesî dikin ku ji bo hîn bêhtir dengê girtiyan û hêza hevgirtinê berfirehtir bibin tevlî vê têkoşînê bibin. Em careke din teqez dikin ku hevgirtina me ne sûc e û bi tu zextan nayê astengkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.