Li kampa koçberiyê ya li herêma Yermûk a rojavayê bajarê Xezayê hunermend Alaa Seda kampên koçberan weke tabloyeke xêzkirinê bikar anî. Bi vê yekê zora kêmbûna madeyên kêm bir. Alaa Seda bi wêneyên bal kişand ser rastî û dozên jinan û zarokan di koçberiyê û di bin konan de.
Wêneyên Alaa Seda li ser konan xêz dike, birçîbûn serma koçberî metirsiyên riyan û girtinan radixe ber çavan. Her wiha bi riya wêneyeke xêzkirî armanca ajansa Nûjînha’yê gihandina dengê jinan ji bo hemû cîhanê ragihandiye. Jineke xwedî poreke dirêj û ducanî li ser zikê wê logoya taybet bi ajansa Nûjînhayê heye xêz kiriye. Weke nameyekê ye dibêje ajansa Nûjinhayê weke dayîkekê ye piştgiriyê dide û azar û dengê jinan li hemû Rojhilata Navîn belav dike.
Alaa Seda ramana wênexêziyê destnîşan kir û got: "Dema ez li kampê mam çend rojan pey hev bêyî ez tiştekî bikim û cihê min ê wênexêziyê li mala min hat bîra min, min ji xwe re got divê ez van zehmetiyan derbas bikim û tabloyên nû çêbikim rastiya em tê de dijîn vebêjin."
NÛJINHA/XEZA