4 leşkerê Îsraîlî mirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 00:25

Şerê Israîlê û Hîzbullahê yê li Libnanê didome. Hîzbûllaha Libnanê ya bi ser Îranê ve bi droneyan êrîş bire ser Îsraîlê. Li gorî nûçeya Haaretzê droneyek bi tîpa kamikaze ku bi teqemeniyê hatibû barkirin li herê Binyamina ya nêzî bajarê Kayserya ya bajarê Hayfa ketiye. Hate ragihandin ku pergalên parastinê balafir tespît nekiriye û alarmên êrişî lênexistine. 

Stêra Davût a Sor a servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihand ku tîmên wan ên tenduristiyê 4 jê krîtîk, 12 jê giran bi komî mudaxileyî 39 birîndaran kiriye. Piştî vê daxuyaniyê demekî kurt hate ragihandin ku hejmara birîndaran derketiye 67’an. Di medyaya dijîtal de dîmenên ku gelek ambûlans û helîkopter sewqî herêmê tên kirin hatin parvekirin.  Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa li başûrê Heyfayê de 4 leşkerên wan mirine û 7 jî bi giranî birîndar bûne. 

Hîzbûlahê ragihand ku bi droneyan êriş li dar xistine û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku armanca wan Wargeha Tûgaya Golanî bûye.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.