Rewşa awarte hat ragihandin
Duşem 9 Kanûn 2024 - 03:10
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa aloz a li Suriyeyê rewşa awarte îlan kir.
Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê hat dayîn de wiha hat gotin: “
“Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.” Herwiha piştî hilweşîna rejîma Baas li Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi parastina dezgehên giştî yên xizmetguzariyê yên li bajarê Hesekê kirin. Hêzên Ewlekariya hundirîn li pêşiya dezgeh û saziyên li bajarê Hesekê belav bûn û erkê xwe yê parastinê pêk tînin.
Dewleta Tirk şerê taybet dike
Li aliyekî din Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane derewand û got:“Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.” Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê 6’ê kanûnê (2024) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne. Rêveberên Kantona Minbicê jî daxuyaniyên dewleta Tirk ên wekî "bajar hatiye terikandin" derewandin û gotin ku wê heta dawiyê Minbicê biparêzin. Ji rêveberên kantonê Ebû Şêxo Mihemed û Xalid Bekro diyar kirin ku li ser bajêr şerekî taybet tê meşandin. Her du rêveberan gotin ku îdiayên ku dibêjin bajar hatiye terikandin encameke şerê taybet a dewleta tirk e û destnîşan kirin ku gelên Minbicê ji aliyekî ve jiyana hevpar ava dikin, li aliyê din jî li hemberî şer li ber xwe didin.
Qonaxeke nû destpê dike
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî hilweşîna rejîma Şamê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Em îro li Sûriyeyê di kêliyên dîrokî de ne. Em şahidiyê ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re dikin. Ev yek firsendê pêşkêş dike ku Sûriyeyeke nû ya ku xwe dispêre edalet û demokrasiyê û mafên hemû Sûriyeyiyan ewle dike, bê avakirin. Ev guherîn ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê işaretê bi serdemeke hêviyê dike. Divê Sûriyeyî hemû li dora armanca hevpar li hev kom bibin û aştî bikeve şûna şer.
Hilweşîna rejîma Şamê ne tenê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî, her wiha ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî weke firsendeke mezin tê dîtin." Daxuyaniyên Mazlûm Ebdî balê dikişîne ser girîngiya avakirina demokrasî û edaletê li Sûriyeyê.
Di vê dema nû de ya tê meraqkirin ew e ku rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çi be û li herêmê reform wê bi çi rengî pêk werin. Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî got:"Em îro radigihînin ku despotîzm bi dawî bûye. Ji bo paşerojeke demokratîk û adîl a gelên Sûriyeyê, bi hêviya yekkirina hewldanan em dest bi rûpeleke nû dikin. Em dengê fîşekan bisekinînin û li ser bingeha avakirin û aştiyê diyalogê ji xwe re bikin esas."
NAVENDA NÛÇEYAN