Pêwistî bi şoreşa jinê heye

Şemî 7 Kanûn 2024 - 03:15

  • Şensê sîstemê yê sererastkirina bi reforman zûdeyî nemaye. Ya ku li hemû qadên civakî bê meşandin 'şoreşa jinê' ye. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, şoreşa jinê jî şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê ye.

Di dema şeveqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya bi heybet, jina ku rola dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin rewşa metayeke herî bêqîmet û bênirx. Ev dîroka ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk hebûya, em zêde nikarin wê bînin ziman û ji derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dora jinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye.

Helwest li ser navê eşqê tên nîşandan

Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya mêr weke diyardeyeke rojane, her saetê çav bidêre. Di vê babetê de mêrê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê rastiyê nebîne. Helwestên hov ên bi vî rengî jî pirranî li ser navê eşqê têne nîşandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîrovekirin, yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de çi kirdareke dibe mijara eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîtin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî, gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke destnîşan bike.

Rêya rast a rizgariya jiyanê

Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bicihanîna vê eşqê, bi çûyîna di rêya vê zanyartî û mezinahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

 

Koletî bi navê namûsê tê rewakirin

Modernîteya kapîtalîst ev nîzam hê zêdetir pêşde biriye. Di qada huqûqî de nîzamname û sererastkirinên qanûnî yên ji bo başiya jinê hatin kirin ji bicihanîna wekheviyê dûr in. Serwertiya mêr di bin mohra şaristaniyê de zewac pêşde bir, ji lewra mirov dikare wê weke saziyeke civaka cinsperest rewa dike, pênase bike. Hiyerarşî, desthilatdarî û yekdestdariya dewletê xwe di komika xwedî rengê şaneya civakî û herî zêde de nîşan dane. Di navbera wê bi xwe, bi awayê xuya dike û rewakirina wê de nakokiyeke sergirtî heye. Di şexsê jinê de saziya herî baş koletiya giştî ya civakê kamûfle û şapinêz dike, saziya zewacê ye. Pêvajoya pîrekkirina jinê (piçûkxistin, rezîlkirin, dûvikê mêr) dikin bingeh û civakê jî gav bi gav dikin pîrek. Koletiya zilam piştî pîrekkirina jinê û bi wê re di zikhev de hatiye meşandin. Koletî û pîrektiya li ser jinê hatî ceribandin û encamgirtî, paşê bi mêr û çînên bindest dan qebûlkirin. Ev pêvajoya bi şaristaniyê re bi pêş ket bi modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor û bilind. Faşîzm di pêvajoya pîrekkirina civakê de xwedî maneyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî îfade dike; ango her kes hatiye xesandin, qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest dane, her kes êdî zilam û pîreka hev in. Komkirina sermayeyê ya dewamî bûyî, êdî wê bi awayekî din bi qasî keys û firsendê nede civakê, êrişkar û hov bibe. Zewac ew qad e ku lê destavêtin û koletî bi navê namûsê hem tê rewakirin hem jî hûrûkûr tê bicihanîn.

Pêwistî bi şoreşa jinê heye 

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsperest şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zêhniyeta destavêtin û tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

* Ji pirtûka 'Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk' a Rêber Apo hatiye berhevkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.