Divê weke hewariyan bin

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser pêngava çareserî û azadiyê axivî û got: Bêguman karê tê kirin pîroz e, lê belê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têrê nake. Divê hewldanên hîn mezintir bêne kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa sêyemîn a hevpeyvîna xwe de, qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' nirxand û wiha got:"Gelê Kurd di vê pêngavê de cih girt, vê pêngavê pêş xist, xurt kir, li cîhanê belav kir, bi enternasyonalîstan vê erkê pêk anîn. Ev ji bo gelê Kurd serkeftinekî ye. Dibe ku ev bi gelek êş û berdêlan çêbû, feqet gelê Kurd qezenç kir. Gelê Kurd wê li ser vê esasê qezencê xwe mezintir bike. Wê armanca xwe pêk bîne. Wê Rêber Apo bi fizîkî azad bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bi vê munasebetê ez gelê me yê qehreman jî silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim. Niha di vê pêngavê de gelek pêşketin, serkeftin çêbûn. Di van pêşketin û serkeftinan de rola enternasyonalîstan girîng e, esas e. Wisa diyare ku ev pêngav wê di sala pêşiya me de encam werbigire. Ji ber ku her ku diçe li cîhanê belav dibe, her ku diçe parêznameyên Rêber Apo tên xwendin, zêdetir xwendin çêdibe, hejmara kesên dixwînin her ku diçe zêde dibe. Divê ew xwendin û nîqaş zêdetir pêş bikevin, hejmarê ku tevlî dibin jî her ku çû zêdetir pêş bikeve. Çiqas parêzname bên xwendin, bên fêmkirin, ewqas rastiya Rêber Apo, ev siyasetê ku li ser Rêber Apo, li ser PKK, li ser gelê Kurd tê meşandin jî zêdetir baş tê fêmkirin.

Çiqas fêm bikin ewqas xurt dibe

Di vê pêngavê de ku me salek li pey xwe hişt, gel tê de cih girt, jinan tê de cih girtin, ciwanan tê de cih girtin, hunermend, şaredarî, bi taybet sendikaya Îngiltere, Îskoçya, hinek siyasetmedar, akademîsyen, parêzeran dîsa ên ku nobelê wergirtine û gelekan bi vî şeklî kar kir, xîzmet kir. Ez vana hemûyan yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe ji bo vana diyar dikim. Ji ber ku her ku diçe Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo zêdetir fêm dikin. Çiqas fêm bikin wê xwedî derketin zêdetir pêş bikeve. 

Şertên Rêbertiyê cudatir in

Niha ên ku di vê pêngavê de cih digirin, ên ku ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe çi dibêjin, dibêjin rewşa Rêber Apo dişibe yê Mandella. Ji bo Mandela çi hatiye pêşxistin divê ji bo Rêber Apo jî were pêşxistin. Rast e, hinek aliyên Mandela û Rêber Apo dişibin hevdu. Feqet hemû aliyên wan naşibe hevdu. Wextê ku ji bo Mandela di qada navneteweyî de tevgerek pêş ket, rewşa cîhanê cuda bû. Îro rewş pir cuda ye, şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Û li dijî Rêber Apo komployekî navneteweyî tê meşandin. Dibe ku yê Nelson Mandela rehet pêş ket, zû encam da. Feqet tevgererekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wisa rehet, wisa zû, weke Mandela pêş nakeve. Ji bo vê jî lazim e em tevgera ku pêş dixin, mezintir pêş bixin.

Têkoşînê mezintir bikin

Yanî tevgerê tê pêşxistin pîroz in, feqet kêm in têre nake ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Ji bo vê lazim e her kesek xwe di vê de kilît bike. Di hemû karan de karê navendî Rêber Apo ye. Em ê çawa bikin ku Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bikin? Êdî lazim e milyon kes bimeşin, bi milyonan kes tevlî mitîngê bibin. Lazime yên ku li ser mirovatiyê tesîra xwe heyî di van mitîng û meşan de cih bigirin û biaxivin. Xitabî wîjdana mirovatiyê bikin. Wê demê Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bibe. Niha her kesek bi taybet jî endamên vê tevgerê yanî tevgera PKK, PAJK’ê lazim e wek hewariyan parastinên Rêber Apo belav bikin, bigihînin her cihekî. Meşa me, karên me bi temamî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, pirsgirêka gelê Kurd çareser kirin e. Li ser van esasan ez ji bo her kesê serkeftinê dixwazim."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.