Îsraîlê 40 kes hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 16 Mijdar 2024 - 00:48

Desthilata Lubnanê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên pêr yên li ser rojhilat û başûrê welat de, zêdetirî 40 kes hatine kuştin. Hate zanîn ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Navenda Parastina Sivîlan a li bajarê Belebek ê rojhilatê welat de 12 cenaze ji binê kavilan hatine derxistin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Şeeb a Belebek de 5 jê jin, 8 kes hatine kuştin û 27 jî birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku di êrişên li ser herêmên rojhilatê welat de jî 4 kes hatine kuştin. Li gorî wezaretê, di êrişa li ser bajarokê Ereb Salim de 4 jê xebatkarên tenduristiyê, 6 kes hatine kuştin û di êrişên li ser deverên din ên başûrê welat de bi kêmanî 11 kes birîndar bûne. Hizbullaha Lubnanê jî bi daxuyaniyekê  ragihand ku wê cara ewilî êrişî baregeha Til Hayîm a îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li bajarê Til Evîvê kir û da zanîn ku êriş bi rêya moşekan pêk hatiye. Hizbullahê diyar kir ku wê kombûneke hêzên Îsraîlê ya li bajarokê Teyr Herfa topbaran kir û moşek ber bi devera Keryat Şemûna ve avêtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.