Çîroka malbateke Kurd a biêş
Duşem 9 Kanûn 2024 - 02:20
Li bakurê Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin, bi 10 hezaran mirov hatin qetilkirin, windakirin, binçavkirin û girtin. Gelek malbatan zor û zehmetî jiyan û hêj jî dijîn. Yek ji van malbatan jî malbata Opçîn e ku li gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê dijî ye. Weke gelek malbatên kurd, çîrokeke dil biêş ya malbata Opçîn heye. Di 23’ê Hezîrana 2010’an de li gund bûyereke nexweş diqewime. Bizinên malbatê diçin nava bostanê cîran. Kurê cîran ê astengdarê zihnî ku ji ber vê meseleyê bi bavê xwe re şer dike û nîvê şevê de diçe ber paceya xaniyê malbata Opçîn gule berdide hundir. Gule bi dayik Hacîra û bav Huseyîn Opçîn (55) dikevin. Dayik Hacîra Opçîn a wê demê 40 salî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Bav jî piştî ku li Amedê tê dermankirin wî sewqî Edeneyê dikin. Li wir emeliyat dibe û 11 saetan di emeliyatê de dimîne. 6 mehan li vê nexweşxaneyê tê dermankirin. Huseyîn Opçîn 22 caran emeliyat dibe û hêj jî emeliyatên wî yên bên kirin hene.
2 ji wan şehîd in
Lawikê malbatê Vedat Opçîn (Masîro Amed) li dijî van zext û zoran di sala 2011an de tevlî PKKê dibe. Vedat Opçîn, ê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berê xwe dide wir bi 6 hevalên xwe re di 27’ê Tîrmeha 2017’an de li bajarê Reqayê şehîd dibe. Xwişka Opçîn, Sarya Opçîn (Çavrê Amed) jî di Hezîrana 2017’an de tevlî nava refên PKKê dibe. Sarya di 29’ê îlona 2017’an de an ku piştî birayê wê şehîd dibe û şûnde bi du mehan li gel sê hevalên xwe li herêmên Axtikan û Barav ên li navçeya Licê ya Amedê di encama bombebarana helîkopter û balafirên şer de şehîd dibe.
Bav Huseyîn Opçîn di encama zext û zorên dewletê de bi hinceta îfadeyên şahidan ewilî di sala 2005an de tê girtin û piştî 6 mehan tê berdan. Huseyîn Opçîn pişt re bi heman hincetê di salên 2007 û 2008’an de jî bi rêzê 3 mehan û du meh û nîvan tê girtin û dîsa tê berdan. Bav Huseyîn Opçîn ji van dosyayan beraet dike û tazmînatê jî werdigire.
Bi hevre hatin girtin
Girtin û binçavkirinên ferdên malbata Opçîn bi vê yekê naqedin. Huseyîn Opçîn di sala 2017’an de dîsa di encama ku 3 şahidên eşkere li ser wî îfade dane tê girtin û di sala 2020’an de tê berdan. Dema ew girtî ye, keça wî Fatma Opçîn ku niha Hevseroka DEM Partî ya Hênê ye jî di sala 2018’an de tê girtin û piştî 7 mehan tê berdan. 6 sal û 3 meh ceza li Fatmayê tê birîn û dosyaya wê niha li Dadgeha Bilind e. Ferdên malbatê Abdulsamed û Mahsun jî di sala 2019’an de tên binçavkirin û berdan. Zextên dewletê yên li ser malbatê bi dawî nabin û di sala 2021’an de careke din bav Huseyîn û zarokên wî Fatma, Şerîfe û Omer bi hev re tên binçavkirin. Bav Huseyîn û keça wî Fatma bi hefsa malê, Şerîfe û Omer jî bi şertê kontrola edlî tên berdan. Piştî şeş mehan hefsa malê û şertê kontrola edlî ya ferdên malbatê tê rakirin. Di sala 2022yan de Mahsûn Opçîn vê carê ji ber sûcekî edlî tê binçavkirin. Omer Opçîn jî di çarçoveya heman dosyayê de piştî Mahsûn mehekê tê binçavkirin. Di bin çavan de ji Mahsûn re dibêjin ‘tu tevlî çalakiyan bûyî’ girêdayî rêxistinê dikin. Piştre Mahsûn û Omer tên girtin. Omer piştî sal û nîvan di girtîgehê de tê girtin tê berdan. Di encama darizandina wan de 26 sal ceza li Mehsûn, 8 sal ceza jî li Omer tê birrîn. Mahsûn niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin.
Encex bi Ocalan çareser bibe
Girtin û binçavkirinên malbatê bi van neqediyan. Di sala 2023yan de bav Huseyîn Opçîn careke din li ser îxbarê tê girtin û piştî salekê di girtîgehê de tê ragirtin, di Hezîrana 2024’an de tê berdan. Herî dawî Fatma Opçîn di 6’ê Gulana 2024’an de bi hinceta ‘Ji girtîgehê re pere şandine’ bi gelek kesan re hate binçavkirin. Fatma Opçîn a bi şertê kontrola edlî hatiye berdan ji wê dîrokê ve her hefte diçe midûriyeta polîsan û îmzeyê diavêje. Bav Huseyîn Opçîn ê zext û zora li malbata wan hatiye kirin û hêj berdewam dike vegot:“Dewlet her roj li ser serê me ye. Em nikarin xwe tev bidin. Her roj giliyê me dikin. Ji ber dosyayên me zêde ne her tim li ser me disekinin. Em dîsa dixwazin ev dewlet aştiyê pêk bîne. Em naxwazin kes bimire.” Huseyîn Opçîn, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, muxatab Rêber Abdullah Ocalan e û got:“Bila li ser maseyê bi birêz Abdullah Ocalan re biaxivin. Bila aştiyekê pêk bînin. Em rehet nînin. Ev doz bi tank, top û çekan nayê qedandin. Ev mesele encax li ser maseyê dikare were çareserkirin.”
AW/FEXREDÎN KILIÇ