Aqûbeta DAIŞ’ê li serê HTŞ’ê
Şemî 7 Kanûn 2024 - 03:10
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk di şerê Sûriyeyê de wê çeteyan heta dawiyê bi kar bîne û got: Dewleta Tirk tenê bi çeteyan nikare paşerojê diyar bike. Çawa ku DAÎŞ têk çû, heman tişt wê bê serê HTŞ'ê jî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di 'Bernameya Taybet' a li Stêrk TV de axivî û rojev nirxand. Sabrî Ok di destpêka nirxandina xwe de derbarê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û nîqaşên di demên dawî de li Tirkiyeyê pêk tên axivî û wiha got:’’Salên dawî bi rastî hemleyekê navneteweyî bi pêşengtiya dostên gelê Kurd û Rêber Apo hat pêşxistin. Hemle girîng bû. Gelek rêxistinên navneteweyî bi taybetî jin, ciwan, saziyên sîvîl, siyasetmender, akademîsyen beşdarî vê hemleyê bûn. Çar aliyê dinyayê Asya, Amerîka, Amerîka Latîn, Ewrûpa, Rojhilata Navîn jin rabûn ser piyan. Civak rabû ser piyan. Bi rastî hemleyekê hat pêşxistin û hîna jî dewam e. Encama vê jî derket. Armanca hemleyê wek azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Û hemû hewldan û têkoşîna vê wê ji bo azadiya Rêber Apo be. Dema dawî yanî wek tê zanîn Omer Ocalan çû Rêber Apo dît. Rêber Apo tiştek got. Hevokek dîrokî got. “Hêza min heye ku vê pirsgirêka Kurd bi şêwazê siyasî û hiqûqî çareser bikim.” Di heman deme de jî got, “Tecrîda li ser min berdewam e.” Bêguman her kes dixwaze bi aliyê xwe ve bikşîne. Em û gelê me dizanin ku tecrîd heye li ser Rêber Apo. Berpirsyartiya me ew e ku têkoşînek hîn radîkaltir, hîn rêxistinkirî hîn berfireh her derê her tim bê dayîn. Ne tene tecrit li ser Rêber Apo rabe, raste rast Rêber Apo fîzîkî azad be. Ev edî pêwîst e jî.
Bê Rêbertî tiştek nabe
Yanî Bahçelî axivî û got, “hema rojek zûtir pêwîste heyeta DEM Partî Rêber Apo bibîne.” Berî wê jî got, “Li Parlementoya Tirkiyeyê Rêber Apo bila biaxive.” Dewleta Tirk wek Behçelî negihîştin armancê xwe. Dewleta Tirk her çiqas nexwest, ne bi dilê wan bû jî ew rastî qebûl kirin, îtîraf kirin. Wan jî dît, derveyî Rêber Apo tiştek nabe. Mesela wan got, em ê gerîla tune bikin, pişta wan bişkênin, îradeya wan bişkênin, civak wê serê xwe bitewîne. PKK’ê wê îzolê bibe, tenê bimîne. Wê çaxê jixwe wê bigihîjin armanca xwe. Lê bele hesabê wan negirt. Gerîla her tim bi ser ket. Bi rastî qehrementiyek pir mezin, astek pir bilind e. Bi vê wesîleyê hevalên a niha jî di şerê tunelan de tevdigerin, çalakvanan bi rêzdarî silav dikin û ji wan û ji me hemûyan re serketinê dixwazim. Dewleta Tirk li hemberî vê îradeyê, li hemberî vê berxwedanê nikare encam bigire. Hemû derfetên xwe bi kar anî. Hiqûq, pîvanên navneteweyî her tişt da bin lingan. Têrê nekir, PDK xist nava liv û tevgerê, ji xwe re bikar anî. NATO ji xwe her tim piştgiriyê dide wan. Lê encam li ber çavan e. Nikarin hesabê xwe bi ser bixin û yan jî encam bigirin. Di Rojhilata Navîn de pêşketin hene, tiştên nû derdikevin holê. Di heman tiştî de israr bikin, dîsa heman encam wê bê girtin.
Sûriyeyeke bê îrade dixwazin
Tirkiye beriya niha çi got? Dibêje Îsraîl amadekariya êrîşa ser Sûriyeyê dike. Diyare ku bi xwe amadekariyeke wisa kiriye. Dibe ku ew ne bi tenê be. Di demên dawî de Brîtanya, Emerîka, heta tê gotin îstixbarata Îsraîl hemû çûn serdana Tirkiyeyê û hevdîtin çêkirin. Em nizanin bê vana bi hev re plan kirin. Berê jî li ser Sûriyeyê hesabekî wan hebû. Ji destpêka ve me her tim paradîgmaya Rêber Apo dixwest. Hemû netewe, civak bi hev re weke neteweya demokratîk bi hev re bijîn. Jiyaneke demokratîk bi hev re ava bikin. Ne di nava hesabên dewletbûn, netewe dewletê de bûn. Jixwe paradîgmaya me diyar e. Rojava jî di vê mijarê de xwedî helwest bû. Çi Kurd, Ereb, Xiristiyan, Durzî û hwd em bi hev re bijîn. Ya rast jî ev e. Rûsya wan rola xwe nelîstin. Îran di nava hewldanekê de bû, hêza wan têrê nekir an jî encam negirt. Herî dawî bingeha êrîşeke wisa hat avakirin û hişt ku êrîşeke wisa li Sûriyeyê biqewime. Bi giştî Sûriyeyeke çawa dixwazin? Sûriyeke ne xwedî vîn be û karibe di pergala heyî de kar bike û qebûl bike. Sûriyeyek wisa dixwazin. Tirkiye jî dixwaze li gorî wî be. Sûriye ber bi ku derê ve biçe em nizanin. Ji bo Sûriyeyê ya rast û di demeke kurt de neteweya demokratîk ku hemû çand, nasname, ol û netew tê de cih digirin. Divê Sûriye bi Rojava re li hev bikin û modela xwe ava bikin.
Nikare paşerojê bi DAIŞ’ê deyne
Tê bîra we DAÎŞ wexta li Mûsilê bi tanqan, cebilxane û çekên giran li ber çavên mirovahiyê derbasî Sûriyeyê bûn. Piştre li serê rojava bûn bela. Kobanê li ber xwe da. Hêzên navneteweyî DAÎŞ’ê ji xwe re kirin hedef û pişta wan şikandin. Dibe ku HTŞ jî wisa bibe. Vana ji xwe re peyda dikin, bi rêxistin dikin, pê dilîzin û piştre didin alîkî. Ev ê li serê dewleta Tirkiyê jî bibin bela. Ne hêza wan têrê dike, ne jî aqlê wan têrê dike. Ev pirsgirêk wê li serê dewleta Tirkiyê jî bibe bela. Çareserî, taybet di vê pêvajoyê de ji hundir de dewleta Tirkiyê zûtir bi Rêber Apo re cîdî û rêz diyar bike, muzakere bike û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Rast e, pêşeroj û rewşa heyî xeterî hene, lê gelek derfet jî hene. Divê gelê Kurd siyaset û hêza xwe bi kar bînin, gavên pêwîst di wextê de bavêjin wê demê dikarin roleke girîng û dîrokî bilîzin. Lê şensê Tirkiyeyê nîne. Tirkiye tenê bi benê DAÎŞ’ê nikare pêşeroja xwe diyar bike. Divê mirov bê yekê baş bibîne û baş fêm bike.
NAVENDA NÛÇEYAN