Divê navenda tedawiya derûnî bê vekirin
Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:05
Xizmên kesên Enfalkirî yên Germiyanê di derbarê bandora derûnî ya pêla Enfalê de axivîn û gotin:” Divê navenda tedawiya derûnî bê vekirin.”
Di qonaxa sêyemîn ya pêla Enfalê de zêdetirî 500 gund ketine ber pêlê û bi hezaran welatî di girtîgehên Dubis û Nûgre Selman de şehîd bûn. Hinek ji xizmên wan ji Enfalê rizgar bûn û niha di rewşeke derûnî ya dijwar de ne. Li ser vê mijarê, xizmên kesên Enfalkirî yên Germiyanê di derbarê bandora derûnî ya pêla Enfalê de, axivîn.
Li Germiyanê zêdetirî 50 hezar kes ketine ber pêla Enfalê û bandoreke kûr a derûnî li ser malbatên wan hiştiye.
Xizmên Enfalkiriyan dibêjin, “Em dixwazin termên malbatên me bên vegerandin û navendeke derûnî ji bo malbatên kesên Enfalkirî bê vekirin.Di qonaxa sêyemîn ya pêla Enfalê de zêdetirî 500 gund ketine ber pêlê û bi hezaran welatî di girtîgehên Dubis û Nûgre Selman de şehîd bûn. Hinek ji xizmên wan ji Enfalê rizgar bûn û niha di rewşeke derûnî ya dijwar de ne. Li ser vê mijarê, xizmên kesên Enfalkirî yên Germiyanê di derbarê bandora derûnî ya pêla Enfalê de axivîn.Ebdulxaliq Şakir ku yek ji malbatên qurbanên qirkirina Enfalê ye têkildarî pêdiviya vekirina navendeke tedawiya derûnî ji rizgarbûyiyên Enfalê re jî wiha got; “Pêwîst e navendeke derûnî ji bo rizgarbûyên pêla Enfalê bê vekirin, an jî hinek malbat û xizmên qurbaniyên Enfalê hene ku nexweşiyên wan yên kronîk hene, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê tenduristî ve xizmeta wan bike.”
Tehsîn Hemîd ku bavê wî di pêla bi êş ya Enfalê de jiyana xwe ji dest da wiha axivî; “Desthilata Baasê dixwest gelê Kurd bi temamî tune bike û di çolistanê de bixe zindanê. Beşek ji wan li wir venegeriyan, beşek jî li wir birçî û tî dihatin hiştin. Di nava rewşeke pir dijwar de bûn. Ji ber vê yekê xizmên qurbaniyên Enfalê piştî azadbûnê jî heta niha di wê rewşa derûnî ya xirab de ne. Lewra pêwîstiya wan bi wê ye ku ji aliyê derûnî ve aram bibin.”
Tehsîn Hemîd wiha dawî li gotinên xwe anî; “Divê bi rêya vekirina navendekê an jî kesên psîkolog ve rewşa wan ya derûnî bê başkirin. Her wiha divê herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê qirkirina Enfalê wek jenosîd nas bikin û termên malbatên me bînin, da ku em bizanin gora bavê me li kûderê ye. Piştî 37 salan bi qasî pêwîst kar li ser nehatiye kirin û testa DNA’yê ji me re nehatiye kirin. Mixabin ev hemû bandoreke derûnî li ser me dikin.”
Ebdulxaliq Şakir ku yek ji malbatên qurbanên qirkirina Enfalê ye, li ser Enfalê wiha got; “Pêla Enfalê bandoreke derûnî li ser me hiştiye. Temenê min ji salekê kêmtir bû û bavê min ji pêla Enfalê venegeriya. Bêgûman ev jî bandoreke derûnî li ser mirov çêdike. Bi taybetî wê demê Kurdistan di rewşeke aborî ya dijwar de bû. Ji ber vê yekê pêwîst e ji aliyê derûnî ve xizmeta malbatên Enfalê bê kirin. Rast e ku hinek alîkariyên madî hatine kirin, lê ev ji bo aliyê derûnî ne girîng e.”
ROJNEWS/GERMIYAN