Panela li ser Enfalê

Duşem 17 Nîsan 2023 - 02:05

Bi boneya salvegera Enfalê, ji aliyê Rêxistina Azadbûn û Weşanxaneya Xezelnûs ve panelek li ser Enfalê hat organîzekirin.

Li Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdem a li Silêmaniyê bi boneya salvegera karesata Enfalê, ji aliyê Rêxistina Azadbûn û Weşanxaneya Xezelnûs ve panelek ji hêla Nivîskar Humer Mihemed, Mamosteyê Zanîngehê Mensur Teyfur û Wênegir Hêmin Ebdulah re hat organîzekirin

Di panelê de Nivîskar Humer Mihemed bal bire ser sedemên Enfala Germiyanê û got; “Çar sedemên komkujiya li Germiyanê hene. Ya yekem hevsinore li gel deverên Erebnişîn, ya duyem xelkê wê hêzek şerker û xwedî baweriya hemû hêzên siyasî yên Başûr bûn, ya sêyem xelkê wê, serê xwe li hember zilmê û ferzkirina Erebkirinê neditewand, sedema din jî xaka wê di warê çandinî û sewalvaniyê de gelek dewlemend e.”

Piştre Rojnameger û Wênegir Hêmin Ebdullah jî di panelê de sînevîzyonek li ser wêneyên Enfalê yên berê nedîtî, raberî xelkê kir.

Di beşa sêyem a panelê de jî Mamosteyê Zanîngehê Mensur Teyfûr jî mijarek li ser Enfal û paradîgmaya desthilatdaran pêşkêş kir.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.