Çîroka xwe ya rojên Enfalê vegot

În 16 Gulan 2025 - 02:45

Di demê pêla Enfalê da gelek kes ketin ber û çend çîrokên cuda di jiyana her kesê ku bûye mexdûrê wê pêlê de hene. 

Hinek bi awayekî mûcîzeyî ji vê êrişê rizgar bûn. Yek ji wan jî, jina bi navê Zeyneb Elî ye ku digel wê serhatên bi êş ku weke bi deh hezaran welatiyên bêsûc hatiye serê wê, zarokek wê jî li baregeha leşkerên rejîma Baas a Iraqê ya wê demê Nugre Selman şehîd bûye.

Zeyneb Elî jineke ji Kanî Maranê ya herêma Germiyanê ye. Di dema pêvajoya jenosîda gelê Kurd a Enfalê de ya sala 1988’an de dikeve ber vê pêlê û di zîndanên rejîma Baas de demeke dirêj dimîne. Zeyneb Elî çîroka xwe ya bi êş a dema pêla Enfalê vedibêje.

Zeyneb Elî ji gundê Kanî Maranê piştî ku li sînorê Milê Sûrê tê binçavkirin, dibin bajarokê Qoretû yê ser bi navçeya Kelarê û sê şevan li wir dihêlin. Piştî wê, ew tên ji bo leşkergeha Topzawa tên birin û sê şevan jî li wir dimînin.

Piştî ku ew bo leşkergeha Topzawa tên birin, jin û mêr ji hev tên veqetandi û Zeyneb wiha behsa çîroka xwe dike; “Ew kêlî cara dawî bû ku me mêr dîtin. Yên ku bi me re hatin girtin, ji me hatin veqetandin û me êdî ew nedîtin. Di nav jinan de jî em cuda kirin, kesên ku temenê wan mezin bû derdixistin û navê wan dinivîsîn û dibirin girtîgeha leşkerî ya Nugre Selman. Em di qawîşekê de bûn û dayika min jî di qawîşeke din de bû. Ew hat û destê zarokên xwe girt, leşkerek jê hêrs bû û got here paş, navê te di holeke din de hatiye nivîsandin, nabe tu têkevî vê holê û rê lê hate girtin. Êdî ev dîtina dawî ya dayika min bû.”

Li vê girtîgeha leşkerî ya rejîma Baas a Iraqê gelek çîrokên trajîk, bi êş û azar hene. Beşek ji wan çîrokan girêdayî Zeyneb Elî ne. Ji ber ku keçeke wê li Nugre Selman şehîd bûye, xwîşkeke hevjînê wê şehîd bûye û du kurên din ji gundê wan yên ku wekî Zeyneb Elî hatibûn biribûn vê girtîgehê şehîd bûne.

Piştî çar meh û nîv di nav tirs û fikirîna man û nemanê da, Zeyneb Elî digel koma dawî tê vegerandin bo cihê xwe.

Derbarê daxwaziyên xwe de, Zeyneb Elî wiha got; “Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku hinekî li xwe vegerin. Ev hikûmeta ku niha heye, berhema xwîna Enfal û şehîdan e. Lewma em daxwaz dikin ku ew cenazeyên (rûfat) vegerînin Herêma Kurdistanê û ji bo her malbatek xizmên xwe nas bike testek DNA’yê ji wan re bê kirin.”

KERKÛK-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.