Bi pêşengtiya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperînê, li navçeya Ranyayê bi sernavê ‘Ji wêneyên di nîşandana rengan de keyfê bigirin’ pêşengehek hunerên destan hate vekirin.
Li bajarokê Ranya yê ser bi îdareya Raperîn, bi pêşengtiya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperîn pêşengehek hunerên destan bi sernavê ‘Ji wêneyên di nîşandana rengan de keyfê bigirin’ hate vekirin.
Di pêşengehê de çil tabloyên destan hatin pêşandan ku reng û bûyerên mijarên civakî, jin, bûyer û kesayetiyan dida der. Reng û jêhatinên jinan wek her festîval û pêşengehên hunerî, di vê pêşengehê de jî diyare. Derbarê pêşengehê de hunermend Sarêj Cemal axivî.
Sarêj Cemal diyar kir ku beriya niha bi tabloyên xwe ve beşdarî gelek festîval û pêşengehan bûye û got: “Niha bi 40 tabloyan beşdarî vê pêşengehê bûme. Min di hemû tabloyên xwe de şêwazên cuda û pergalên modern bikaraniye. Mijarên tabloyên min giştî ne; mijarên civakî, jin û bûyer hene.”
Sarêj Cemal herî dawî destnîşan kir di siberojê de ew ê bi mijarên xwe yên li ser jinan derkeve pêşberî wênehezan.
ROJNEWS/RANYA