Kalkan: Dê têkoşîn dewam bike

Pêncşem 15 Gulan 2025 - 03:50

  • Dûran Kalkan anî ziman ku divê ew li dema bihurî asê nemînin û got:"Divê civaka demokratîk, civaka komunal û demokratîk bi her awayî bê pêşxistin. Di her warî de rêxistinbûn, perwerde û çalakbûyîn derkeve pêş. Sekin tine, ji hemû demê bêhtir dê têkoşîn dewam bike."

Yek ji damezrînerê PKK’ê Dûran Kalkan 12’emîn Kongreya Awarte ya PKK’ê ya dîrokî ku wekî bersivek ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo, di navbera 5-7’ê Gulanê de li du herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, ji Medya Haber TV’ê re nirxand.

Kalkan diyar kir ku divê encamên Kongreya 12’emîn ji hêla gel û bi taybetî ji hêla pêşengên serdema nû, jin û ciwanan ve rast werin fêmkirin û got: "Divê em ji paşerojê dersan derxin, wan fêm bikin, li ser wan hûr bibin û li ser vê bingehê rexne û rexnedayîna xwe bidin. Pêvajo, pêvajoya rexne û rexnedayînê ye; pêvajoya dersê ji paşerojê derxînin e. Lê bêyî ku di paşerojê de bimînin, ya nû bibînin û bi wêrekî û fedakariyeke mezin di xeta fedaî ya Apogerî de bi hêztir tevlî pêvajoyê bibin.”

Nirxandinên Dûran Kalkan wiha ne:

Pêşî ez dixwazim bibêjim ku Rêber Apo yê ku ev kongre amade kir, bûye vîna kongreyê û herî zêde keda wî çêbûye bi hesret û rêzdarî silav dikim. Wekî ku dîsa hat gotin, tevî Sirri Sureyya Onder, em bi hêz û vîna şehîdên xwe yên qehreman ên ku hejmara wan digihîje deh hezaran hatine vê rojê. Di şexsê hevalên me Fûat û Riza de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim…

Ev kongre bû kongreyeke dîrokî, encamgir û girtina biryaran. Bi rastî, gelek kongreyên PKK’ê, her çiqasî ji bo hemûyan heman tiştî nabêjin jî di demên pir krîtîk û xalên werçerxê de derbas bûn û nûbûn derketin holê û bi biryarên hatin girtin re di têkoşîna azadiyê de rê li ber avêtina gavên nû vekir.

Em nikarin karê dayîna van biryaran, razîkirina tevger û gel û beralîkirina wan bikin. Me got, tenê Rêber Apo dikare bike. Ev rewşa şênber bû, ne şertek bû, lê îfadeya tiştên ku biqewime bû. Wê demê Rêber Apo ji me re got: "Ez vê biryara we wekî hevrêyekî pêşwazî dikim, rêzdarî dibînim. Li ser vê bingehê, ez ê hewl bidim ku her tiştê ku dikeve ser milê min bi serketî pêk bînin.” Ev rewş ji wê demê ve wisa ye; ev ne rewşeke ku nû derketiye holê.

Bi rastî ev hemû ji aliyê derdorên desthilatdar û dewletê yên ku vê pêvajoyê rêve dibin ve têne zanîn. Em dixwazin raya giştî jî bizanibe, ji ber ku gelek nîqaş hene. Di dawiyê de, her çiqasî tam wekî ku me dixwest nebû jî, beşdariya Rêber Apo wekî îradî razîkirina kongreyê û gihandina biryarê de pêk hat. Dema ku beşdarbûnek wisa çêbû, me karî tavilê kongreyê li dar bixin. Me ev bi îradeya xwe, li qadên xwe, bi hêza xwe kir.

Biryarên ku di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de hatine diyarkirin û ji bo lidarxistina kongreyê hatine xwestin; biryarên hewldanên fesihkirina PKKê werin rawestandin, avahiya rêxistinî were fesihkirin û rêbaza têkoşîna çekdarî were rawestandin, hatin girtin. Lê belê divê Rêber Apo pêşengî û rêvebirina vana bike. Tenê Rêber Apo dikare pêk bîne. Yanî çawa ku îradeya girtina van biryaran bi tenê aîdî Rêber Apo ye, îradeya pêkanîna wan hîn bêtir aîdî Rêber Apo ye. Pêwîst e her kes vê yekê bizanibe.

Xuyaye wê li Tirkiyeyê guhertin çêbibin. Ev yek wê bi guhertina paradîgmaya Komara Tirkiyeyê re çêbibe. Ew zîhniyet û siyaseta dijberiya Kurd, dijminatiya Kurd û înkarkirina Kurd wê were terikandin. Li şûna wê, hebûna Kurdan wê were qebûlkirin. Mafên neteweyî yên demokratîk û jiyana azad wê bên qebûlkirin. Wê were qebûlkirin ku ew ê bi gelên din re di yekîtiya xwişk û biratî û yekîtiya demokratîk de bijîn.

Rewş niha çi ye? Gihîştiye astek wisa. Her hewldanên sabotajê hatine pûçkirin. Ev îrade û helwesta pratîkî bi derbaskirina astengiyan hat nîşandan.

Ji niha û pê ve jî wê berdewam bike. Eşkere ye ku divê em her gav baldar û hesas bin. Rewşeke wisa heye. Divê em vê bibînin. Ji ber vê yekê, pêvajo tenê dikare bi rastî were meşandin ger her kes baldar be, hinekî sebir bike û bi zanîna van rastiyan tevbigere. Yan na, dibe ku dîsa were sabotekirin. Ew xetere hîn jî ji holê ranebûye.

Me nêzîkatiya xwe ya li hember vê pirsgirêkê ji raya giştî re eşkere kir. Me jî helwesta xwe bi eşkereyî diyar kir. Dema ku bi Rêber Apo re danûstandin hebû, me ew ji wî re jî ragihand. Ji ber vê yekê, me carekê got ku pirsgirêkek me ya têgihîştinê heye. Bi gelemperî, her çendî di astên cûda de be jî, di warê têgihîştin û dahûrandnê de pirsgirêkên me hebûn. Li ser vê bingehê me hewl da. Me ev yek car bi car di daxuyanî û panelan de jî anî ziman. Hevalên me ev yek di astên cuda de ji raya giştî re anîn ziman. 

Yanî, me hewl da ku fêm bikin û dahûrînin. Me ji aliyê xwe ve hewlên xwe dane. Bê guman, hinek pêşketin û guhertin çêbûne. Astek têgihîştinê baştir bûye.

Kongre bi awayekî radîkal, li dijî vê rewşa “xwe neguhertinê” mudaxaleyek e. Bi dawî dike. Sekna Rêber Apo ya bi biryar jî bingeha xwe ji vir digire. Neguhertinê bi dawî dike. Ya rast wisa li berxwedaneke bi zanebûn tine. Berovajiyê wê tê gotin ku: “Em girêdayî ne, pêk tînin, bi rêve dibin” lê tê gotin pêkneanîn heye. Ev bingeha xwe hem ji hişmendî û hem jî ji tarz digire. Dîsa astengiyên dijber hene. Divê mirov ti demê bi aliyekî li van pêvajoyan mêze neke. Bi yek alî negire dest. Ew astengî tên dîtin lê derbasnekirin hene. 

Rêya azadiyê ya Apogeriyê ku bi PKK’ê hatibû destpêkirin, hat bi dawîkirin. Dê bi nasnameya nû ev meşa azadiyê berdewam bike. Dê ev nasname çi bin? Rêber Apo nîqaşa wê dike. Dibêje “Em zêde ecele nekin.” Lê dê demeke dirêj jî wiha dewam neke. Ji xwe hin rêxistinbûn di nava civakê de hene. Azadiya demokratîk… di nava serdema derbasbûyî de derketin holê. Divê ew li gorî pêwîstiyên paradigmaya nû xwe bi rêxistin bikin. 

Divê civaka demokratîk, civaka komunal û demokratîk bi her awayî bê pêşxistin. Di her warî de rêxistinbûn, perwerde û çalakbûyîn derkeve pêş. Sekin tine, ji hemû demê bêhtir dê têkoşîn berdewam bike.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.