Mafê hêviyê rûmeta mirovahiyê ye
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:18
Parêzer Rezan Gezer bi bîr xist ku ‘mafê hêviyê’ xwe dispêre parastina rûmeta mirovahiyê û ji bo wê yekê ye ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, xwedî wê hêviyê bin ku rojekê dikarin bêne berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger bêyî derfetê berdana bi şert be, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. DMME’yê destnîşan kir ku cezayên bi vî rengî binpêkirina ‘mafê hêviyê’ ye.
Piştî biryara DMME’yê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê daxwaza sererastkirina qanûnî kir. Lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de hîn gavek neavêtiye.
Ji ber ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî di ber çavan re nehate derbaskirin û ‘mafê hêviyê’ nehate naskirin, Komîteyê ji 2021’ê û pê ve ji Tirkiyeyê xwest ku plana çalakiyê pêşkêş bike, lê belê Tirkiye li gorî van bangan tevnegeriya.
Komîteyê di civînên 2024 û 2025’an de hişyarî da ku têkildarî Tirkiyeyê dikare prosedura binpêkirinê bide destpêkirin. Tê payin ku Konsey meha Îlonê careke din rûniştinekê lidar bixe.
Ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rezan Gezer beriya vê rûniştinê li ser nêrîna Tirkiyeyê ya li ‘mafê hêviyê’ û helwesta Komîteyê re axivî.
Rezan Gezer bi bîr xist ku ‘mafê hêviyê’ xwe dispêre parastina rûmeta mirovahiyê û ji bo wê yekê ye ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, xwedî wê hêviyê bin ku rojekê dikarin bêne berdan û got, “Tirkiyeyê heta daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ev maf neanî ziman jî; li dadgehan weke mijareke ku sûc e, dihate dîtin. Di vê pêvajoyê de jî ji bilî bilêvkirinê tiştek nehatiye kirin.”
ANF/AMED