Kalkan: Diviyabû deriyên Îmraliyê bihatina vekirin
În 22 Tebax 2025 - 03:55
- Dûran Kalkan diyar kir ku li gorî pêvajoyê diviyabû hemû deriyên Îmraliyê êdî bi temamî bihatina vekirin û got:"Bendewarî ev bû, nirxandin bi vî rengî bû. Yên ku dixwazin pêvajoyê di çarçoveya komîsyonê de binirxînin divê destpêkê bi vê rastiyê zanibin."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV'yê re axivî. Axaftina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:“Beriya her tiştî mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim vê jî lê zêde bikim: Ji bo kesên ku dixwazin pêvajoyê fêhm bikin, hin agahdarkirin wê di cih de be. Nêzî mehek e bi ti awayî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. 25 roj derbas bûn. Em nizanin bê li Îmraliyê rewş çi ye?
Halbûkî li gorî pêvajoyê diviyabû hemû deriyên Îmraliyê êdî bi temamî bihatina vekirin. Bendewarî ev bû, nirxandin bi vî rengî bû. Wê êdî sîstema Îmraliyê ji holê hatibûya rakirin; bêyî ku ewqasî dirêj bike. Lê belê hin hevdîtin hatibin kirin jî ev rewş çênebû. Yên ku dixwazin pêvajoyê di çarçoveya komîsyonê de binirxînin divê destpêkê bi vê rastiyê zanibin. Divê vê yekê bidin ber çavan. Ji ber ku heta ev rewş neyê dîtin, heta ku pozîsyona dîlgirtinê ya Rêber Apo neyê zanîn, wê her cûre nirxandin şaş be. Agahiyeke me ya cuda nîne. Yanî nayê zanîn bê li Îmraliyê çi diqewime.
Li gel vê yekê eger em bên ser Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin; dawiya dawî navek lê hate kirin. Normal bû. Em zêde tiştekî nabêjin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, eger bi rastî jî ya ku jê tê hêvîkirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne, li gorî vî navî tevbigere dikare encamên girîng biafirîne. Bendewariya ji komîsyonê gelekî zêde ye. Avabûna komîsyonekê bi vî rengî girîng e. Hemû partî tevlî bûn. Tê gotin, ji sedî 98 ê qada siyasetê temsîl dike. Hemû partî bi cidiyeteke mezin tevlî dibin. Bêguman em zanin ku bi karekî cidî re mijûl dibe.
Bêguman li gel vê yekê gelekî girîng e ku li Rêber Apo bê guhdarîkirin. Ev yek ji destpêkê ve hate gotin. Jixwe pêşniyar û daxwaza komîsyoneke bi vî rengî destpêkê ji Rêber Apo hat. Kesayetên cuda, partiyan ev yek anîn ziman. Daxwaz zêde bû û dawiya dawî komîsyoneke bi vî rengî ava bû. Rêber Apo dema ku daxwaza vê komîsyonê kir, anî ziman ku divê komîsyon li wî jî guhdarî bike. Yanî got, gotinên wî hene ku divê bibêje û dixwaze bi rengekî çalak tevlî karên komîsyonê bibe. Ji xwe xwezaya vî karî jî ev e. Divê bi vî rengî be. Aliyekî vê pêvajoyê, muzakerevanê sereke yê aliyê Kurd e. Lewma divê bi plansazî û demeke maqûl, di asteke têrker de li Rêber Apo bê guhdarîkirin.
Devlet Bahçelî di roja destpêkê de gotibû. Gotibû, ‘Bila bê li Meclîsê, li koma DEM Partiyê biaxive’. Devlet Bahçelî niha jî wan axaftinên xwe yên xweş dewam dike, lê belê hemû di axaftinê de dimînin. Gotinên Bahçelî çima bi cih nayên anîn? Çima ji bo pratîkbûna wan li ser nasekine? Em wê fêhm nakin. Halbûkî divê li ser bisekine.
Gelek derdor dinirxîne. Di nêzîkatiyên têkildarî civakê û partiyên siyasî de tenê li meclîsê di komîsyonekê de yekîtî hate pêkanîn. Ew jî bi hewldana Rêber Apo, bi baweriya bi demokrasiyê û nêzîkatiya demokratîk a Rêber Apo pêk hat. Naxwe desthilatdariyê zêde hewl neda.
Tirkiye ku li Sûriyeyê vê dike, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî her cûre pêkanînên şerê taybet dewam dike. Yanî guhertineke siyaset û mejî nîne. Ji aliyê demokratîkbûnê ve gavek nehatiye avêtin. Halbûkî demokrasî ne rewşeke welê ye ku bi zorê bi AKP’ê bide qebûlkirin. Wan bi xwe gotin, şaşitî bû, rexne kirin. Dixwazin hin kiryaran, hin nêzîkatiyan biguherînin, sererast bikin. Ev yek pirsgirêkeke ferasetê ye, pirsgirêka sîstemê û polîtîkayê ye. Eger bi rastî jî demokrasiyê dipejirînin, dest ji nêzîkatiyên antî demokratîk û dîktatoriyê berdidin, divê ew bi xwe vê bikin.
Lewma ya ku her kesî eleqedar dike ew e ku ev nêzîkatî wê bê nîşandan an na. Bi rastî jî piştî şerekî demdirêj li benda gavên pratîkî yên cihê baweriyê ne. Gotinên xweş têra mirovan nake. Mirov van gotinan weke cihê xapandinê dibînin. Naxwazin bi van gotinan bixapin. Yanî heta ku pratîkê bibîne, hingî wê jê bawer bike. Tiştên ku tenê di asta gotinê de bimînin, ji bo mirovan wê nebe cihê baweriyê.
Em naxwazin dîmenekî reşbîn nîşan bidin, lê belê divê AKP li gorî pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku veguheriye polîtîkayeke dewletê, li ser bingeha maf û hebûna gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo xwişk û biratiya Kurd û Tirkan divê mejî û polîtîkayên xwe biguherîne ku karibe bibe pêşengê siyasî yê vê pêvajoyê. Ez têkoşîna jinan, têkoşîna ciwanan û têkoşîna ku civak li dijî kuştina jinan, wêrankirina civakî û wêrankirina jîngehê didin, hemû silav dikim. Ez ji bo hemûyan serketinê dixwazim û têkoşîna wan pir girîng dibînim. Pêwîst e ev têkoşîn hê bêhtir bê pêşxistin. Em vê dibêjin. Ji ber ku ev ji bo me her tişt e. Ev pirsgirêka herî bingehîn a vê serdemê ye. Divê wisa jî be.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN