Ocalan û PKK’ê çanda Kurdî parastin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Tebax 2025 - 03:00

  • Hunermendên Silêmaniyê ragihandin ku Birêz Ocalan û PKK’ê ji bo parastina çand û hunera Kurd gelek xebat kirine û gotin: “Hunermend û siyasetmedar divê hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û hewl bidin 1 udi navbera çar perçeyên Kurdistanê de aştiyê ava bikin û wan nêzîkî hev bikin.”

Di dîrokê de hertim li gel êriş û dagirkeriya fîzîkî ya li ser gelan, di warê çand û hunerê de jî êrişên tund li ser gelan hatine meşandin. Dagirkirina çandî êrişa herî metirsîdar a netew-dewletê ya li ser netewên bindeste. Herî zêde jî ev êriş li ser gelê Kurd hatine meşandin. Lê gelê Kurd karîne heta roja me ya îro çand û reseniya xwe bidin domandin û jiyanî kirin. Hunermendên Silêmaniyê têkildarî parastina çandê, rakirina van metirsiyan divê çi were kirin û rola hunermend çi ye, ji Rojnews re axivîn.

Hunermend Nasir Rezazî di destpêka axaftina xwe de behsa hewldanên Ataturk û dewleta Tirk ên ji bo tunekirina çand û hunera Kurdî kir û wiha got: “Ji dema ku Ataturk hatiye ser desthilatê ve gelek zirar daye Kurdan. Piştî wê, gelek kes hatin û behsa dîroka li dijî zimanê Kurdî, bi taybetî jî li Tirkiyeyê kirine. Ji ber vê yekê, ger dewlet bixwaze rê li ber her civakekê bigire ku zimanê wê hedef bigire, wêje bi zanebûn nayê pêşve birin. Lê piştî derketina PKK’ê, tevgera Kurd li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke nû bû. PKK’ê hewl da ku sîstemek ji yên beriya xwe cuda hilbijêre.”

‘Ocalan jîr û rewşenbîr e’

Nasir Rezazî diyar kir ku dagirkerî ne tenê ziman, çand û wêjeyê tune dike, her wiha kesayet jî ji holê radike, baweriya mirov bi xwe dişkîne. Rezazî wiha axaftina xwe domand: “Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî hovane li ser Kurdan tê meşandin, heta li ser zarokan jî tê kirin. Ev dagirkerî niha jî berdewame. Lê gelê Kurd berxwedanê kir û hebûna xwe mîsoger kir. Perwerdeya me ya Kurdî xelete. Ji ber vê yekê divê perwerdeyek saxlem ji bo civakê li ser bingehek netewî were dayîn. Divê hemû beşên civakê di vê mijarê de rol bileyîzin. Birêz Ocalan mirovekî jîr û rewşenbîr bû. Wî girîngiyek mezin da hunerê û cara yekem bi pêşniyazên wî qenala televizyona Kurd hate avakirin. Wî gelek xizmet ji netewa Kurd re kir.”

‘Divê hunermend nakokiyên xwe bidin aliyekî’

Her wiha Hunermend Goran Omer têkildarî heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: “Dijmin ji bo tunekirinê, hertim bi çekê êrişî gelan nake. Her wiha êrişî çand û wêjeyê jî dike ku ev ji bo netewan gelek metirîsdartire. Dagirkeriya çand û ziman dikin. Erka exlaqî ya her ferd, rewşenbîr û hunermendên her netewekê ye ku çanda gelê xwe biparêzin.”

Goran Omer tekezî kir ku ji bo bikarin li dijî dijmin rawestin û nehêlin werin tunekirin, divê qebûlkirina hev du bikin bingeha xebata xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hunermend û siyasetmedar divê hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û hewl bidin ku di navbera çar perçeyên Kurdistanê de aştiyê ava bikin û wan nêzîkî hev bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.