Talanker gefan dixwin!
Çarşem 13 Tebax 2025 - 03:40
Li Kurdistanê bi salan xweza tê talankirin. Di salên dawî de herêmên ku daristan lê hene, bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn. Bi taybetî li Herêma Botanê ev talan ji çar aliyan ve didome. Bi salan e cerdevan di bin kontrola leşkeran de ketine nava Herêma Bestayê û talanê dikin. Beriya niha derketibû holê ku Walîtiya Şirnexê birîna daristanan dide îhaleyê û van îhaleyan jî cerdevan werdigirin. Niha jî Walîtiya Sêrtê ji bo birîna daristanên Herêma Besta ya dikeve nav tixûbên navçeya Berwariyê ya Sêrtê û îhaleya birîna daran dide. Ev îhale jî cerdevanên gundê Hosyanê stendin e.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku birîna daristanan ji aliyê sercerdevanên bi navê Medenî Bîlen û Mehmet Bîlen ve pêk tê. Gundiyan giliyê birîna daristanên xwe kirine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin sercerdevan Medenî Bîlen li hin şêniyên gundê Omyanisê yê Berwariyê geriyaye û ev gef li wan xwariye, “Ev ji were namîne.”
Gerînendeyê Karên Çandînî û Daristanan ê Sêrtê, got ku wan ji bo birîna daristanan îhale pêk aniye. Li ser pirsa qada we derxistiye îhaleyê çend hektar e, gerinende got, “ez nikarim derbarê vê yekê de agahî bidim we.” Gerînende pirsa derbarê kesên îhale wergirtine de jî bersiv neda û telefon qut kir.
Şêniyê gundê Omyanisê Galîb Kulter da zanîn ku bi salan e daristanên gundê wan tên birîn û wiha nerazîbûn nîşan da:“Qaşo dibêjin ji ber ewlehiyê ye, lê ev yek ne rast e. Ji ber rantê daristanên me dibirin. Birîna daristanan derxistine îhaleyê, lê kesên îhale girtine derketine derveyî qada îhaleyê û li gor serê xwe daristanan dibirin. Em weke şêniyên gund vê yeke qebûl nakin û me ji bo sekna talanê serî li Walîtiya Sêrtê daye.” Deverên ku dane îhaleyê û daristan lê tên birîn ev in: Devera Tenîre, Xwara Serdikê, Xwara Seîd, Gera Wirwiro.
AW/NEDÎM ORÛÇ