Jin xwedî îradeyek xurt in

Sêşem 6 Gulan 2025 - 02:50

Berpirsa Komela Afretan a Hizba Komunîst a Kurdistanê Dayka Perçem Qeredaxî li ser giringiya li darxistina kongreya yekitiya netewî ya jinên Kurd got: “Rolê jinan di yekrêzî û kongreya yekitiya jinên Kurd de gelek giringe. Jin xwedî wê hêzê û îradeyê ne ku parastinê li xak û welat bikin.”

Berpirsa Komela Afretan a Hizba Komunîst a Kurdistanê Dayka Perçem Qeredaxî da zanîn di warê yekîtiyê de rola jinan girîng e û got:” Jin di parastina xak û nîştiman de her wiha yekgirtina her çar parçên Kurdistanê de xwedî hêz û îradeyek xurt in.”

Di destpêka meha Nîsana îsal de bi armanca pêkanîna yekdengiya jinên Kurd û lidarxistina kongreya netewî ya jinên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê şandeyek ji 5 jinan serdana Başûrê Kurdistanê kirin û li gel gelek jinên di nav partiyên siyasî û rêxistinên jinan civiyan. Di derbarê giringiya serdana şandeyê û lidarxistina kongreyek netewî ya jinên her çar parçên Kurdistanê de, Berpirsa Komela Afretan a Hizba Komunîst a Kurdistanê Sebrê Reşîd Salih bi nasnav Dayka Perçem Qeredaxî ji ajansa me re axivî.

Dayka Perçem di destpêka axaftina xwe de îşaret bi naveroka civîn û seredanên şandeya ji Rojava hatî kir û got: “Civîna yekgirtina netewî ya jinên Kurd giring bû ku ji çend xalên giring pêk tê û hin armanc û pêşniyarên wê yên giring hene. Ji vana; mijarên jinan, rizgarbûna ji kuştin û wêrankariyê, mijarên girêdayî kesûkarên enfalê, paşmayên enfalê, qurbanîdana jinan a di dema şer û qeyranan de, rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê hat nîqaşkirin.”

Berpirsa Komela Afretan a Hizba Komunîst a Kurdistanê Dayka Perçem da zanîn ku kongreya yekitiya netewî ya jinên Kurd di bangewaziya xwe de daxwaz ji jinên her çar parçên Kurdistanê dike ku xwe bidin pêş.

Dayka Perçem Qeredaxî got: “Jinên Kurd dikarin şoreşê avakin û pêşengtiyê jêre bikin. Ji bona wê divê em yekgirtîbin û fikrên xwe bi hevre parve bikin. Jin di parastina xak û nîştiman de her wiha yekgirtina her çar parçên Kurdistanê de xwedî hêz û îradeyek xurt in.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.