Jin bi hev re civakê pêş dixin
Duşem 5 Gulan 2025 - 02:50
Rojnamevan Hana Şivan anî ziman ku heta jin xwe ji kevneşopiya civakê rizgar neke, nikare di nava kar de cih bigire û got:"Cîhana jinê cîhana pêşerojê ye. Dema kar dike pir baldar e, dikare xizmetê baştir bike."
Li Başûrê Kurdistanê li gorî lêkolînên hatine kirin hezar û 700 saziyên ragihandinê hene, tenê ji vana 10 jin di asta herî jor de midûra karê nivîsê û berpirsyar hene. Li gel vê yekê jî rêgirî li wan tên kirin. Di asta herî kêm de pirsgirêkên jinan tên diyarkirin û qala pirsa netewî tê kirin. Li ser vê yekê Seroka Dezgeha Ragihandin û Ronakbîrî ya Jinan û Rojnamevan Hana Şivan axivî.
Hana Şivan bal kişand ser karê jinan a di nava ragihandinê ya li Başûrê Kurdistanê de û got: “Piştî raperîna gelê Kurd jin bi awayekî cuda ketin nava xebatên ragihandinê. Ev yek jî gelek qonax derbas kir heta giha roja îro. Bi taybet ji warê aborî bigire heta siyasî, mafê raderbirîn û qanûnê, dîsa rewşa civakî bandor li ser hatina jinan a nava kar kir. Gelek carî tê gotin ku jinan bi pêş ve bibin, lê bi derxistina pêş a jinan nakevin nava karê ragihandinê. Jin bi kêrhatî û hêza xwe dikevin nava karê ragihandinê û bi kêrhatiya xwe jî ev yek piştrast kiriye. Niha gelek jin di nava karê ragihandinê de di pîşeyên montaj û girafî ku xwedî lêhûrbûnên zêde dixwaze kar dikin.”
Têkildarî kêmbûna jinan a di nava karê ragihandinê û asta rêveberiyê jî Rojnamevan Hana Şivan ev nirxandin kir: “Sedemê kêmbûna hejmara jinan a li navçeyan ew e ku dezgehên ragihandinê kêm in û rewşa civakî ye. Çanda eşayîrî lê zêde ye û derketina wan a derve qedexe ye. Ji bo vê ye ku vê hemû dikin sedem ku jin nikaribe bi pêş ve bê û bikeve nava karê ragihadinê. Cîhana jinê cîhana pêşerojê ye. Dema kar dike pir baldar e, dikare xizmetê baştir bike."
SILÊMANÎ/ROJNEWS