Dewleta Tirk ti gavek neavêtiye

Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:10

Mamostayên zanîngehê û nivîskarên Başûr dan zanîn Dewleta Tirk piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk ti gavek neavêt û gotin:"Divê li Tirkiyeyê hemû yasayên ku mafên Kurdan binpê dikin werin hilweşandin."

Di 27’ê Sibatê (2025) de Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir, banga Rêber Apo li tevahî cîhanê deng veda. Piştî banga dîrokî PKK’ê jî di 1’ê Adarê de agirbest ragihand, lê ji wê rojê heya niha dewleta Tirk ti gavek neavêtiye. Hîn jî êrişên dewleta Tirk ên ser Kurdan û tecrîda li ser Rêber Apo dewam dikin. Derbarê mijarê de mamostayê zanîngehê û nivîskarên Başûrê Kurdistanê axivîn.

Mamostayê zanîngehê Dr. Hejar Mihemed destnîşan  kir ku ya ku niha çêdibe bersiveke ji bo aştîxwaziyê ye û got; “Miletê Kurd di hesreta aştiyê de ye û diyar e kî aştî, kî jî şer dixwaze û kujer e. Divê Kurd vê derfetê ji dest nedin, ji ber ku niha stêrka Kurdan gelek geş bûye û pêwîstiya vê jî bi yekîtiya hemû aliyên siyasî heye ku di eniyek netewî de kom bibin.”

Nivîskar Rêbwar Cemal jî ku li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman û balkêşa ser peyama dîrokî ya Rêber Apo û wiha pê de çû; “Dewleta Tirk piştî bangê ti gavek neavêt, jiber ku zanî her pêngavek ji bo aştiyê bavêje wê bibe sedema hilweşandina hikumeta niha ya Tirkiyeyê. Yek ji xalên girîng ên peyamê ew e ku Rêber Apo dibêje divê PKK di rewşek yasayî de xwe fesih bike. Divê li Tirkiyeyê hemû yasayên ku mafên Kurdan binpê dikin werin hilweşandin.”

SILÊMANÎ/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.