Kampanyayeke din a gerdûnî
Pêncşem 15 Gulan 2025 - 03:45
- Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' encamên girîng bi dest xistin. Berdevkên pêngavê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' destpê bike.
Bi taybetî Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, çalakiyên topyekûn dan destpêkirin. Çalakiyên ku di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin, tengavbûna dewleta Tirk a di şer de û konjonktura herêmî bûn sedem ku dewleta Tirk careke din berê xwe bide Rêber Apo. Tevî hemû nîqaşan hê jî şert û mercên Rêber Apo ên li Îmraliyê nehatine sererastkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nehatiye dabînkirin. Berdevkên Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Hatîp Dîcle, Zubeyde Zumrut û Sînan Onal têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn.
Gavên siyasî û hiqûqî divên
Sînan Onal têkildarî pêvajoya heyî bal kişand ser nasnameya Rêber Apo ya muzakerevan û kapasîteya Rêber Apo ya avakirina piran a di navbera gelan de û got:’’Piştî vê deklarasyona dîrokî divê dewleta Tirk pêngavên siyasî û hiqûqî biavêje û zemîna muzakereyê biafirîne û reformên yasayî yên têkildarî mafên gelê Kurd bike. Serkeftina vê pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî mafên welatîbûna wekhev ya ku bi qanûneke bingehîn a demokratîk were misogerkirin.’’
Divê PKK ji lîsteyê derkeve
Onal bi bîr xist ji bo ku pêvajo berdewam bike, dibe ku hêzên navneteweyî jî bikevin dewrê û diyar kir ku divê PKK ‘ji lîsteya terorê’’ were derxistin û got:’’Divê dewletên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin, hem daxwazên rewa yên gelê Kurd nas bikin û hem jî derveyî milîtarîzmê ji bo çareseriyekê piştgiriya yasayî bide. Ev ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên bi salan û derbasbûna qonaxeke ku xwe dispêre diyalog, edalet û demokrasiyê derfeteke dîrokî ye.’’
Qonaxa 3’emîn a pêngava gerdûnî
Zubeyde Zumrut banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de weke qonaxa sêyemîn a pêngava gerdûnî pênase kir û got:’’Ev bang bes ne tekstek e, di heman demê de nexşerêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û vîzyoneke polîtîk pêşkêş dike.’’ Zumrut bi bîr xist ku tevî şert ûmercên tecrîda giran a 26 salan jî Rêber Apo têkildarî azadî û aşitiyê peyameke gelekî xurt daye û got:’’Daxwazên ku li kolanan ji aliyê girseyan ve hatin kirin, zêdebûna baweriya ji aşitiyê re nîşan dan. Hiqûqnas di vê çarçoveyê de balê dikşînin ser ‘mafê hêviyê.’ Konseya Ewropayê jî di Cotmeha 2024’an de weke şertê mutleq nîşan dabû ku divê Tirkiye heya Cotmeha 2025’an reforma têkildarî muebeta girankirî pêk bîne. Ji ber wê yekê divê ev pêngav êdî were avêtin.’’
Siyaseta Ewrûpayê kûr bûye
Hatîp Dîcle jî 86’emîn rûniştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê ya ku wê di dawiya meha Hezîranê de were kirin, bi bîr xist û da zanîn ku ji bo ku di vê rûniştinê de sererastkirina têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ bikeve dewrê bi armanca ku zext li Tirkiyeyê bê kirin ew ê xebatan bi rê ve bibin. Hatîp Dîcle got ku divê êdî saziyên Ewropayê pêngavên hewce biavêjin û Tirkiye jî erk berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û da zanîn ku di rapora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê de ku hefteya borî hate qebûlkirin gelekî pesnê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hatiye dayîn û got:’’Ev yek nîşan dide ku nêzîkatiya têkildarî pirsgirêka Kurd di siyaseta Ewropayê de kûr bûye û bendewariyên têkildarî çareseriyê belavtir bûne.’’
Dîcle diyar kir ku tê payîn bi dirûşma ‘’Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’’ kampanyayeke nameyan a nû ya gerdûnî bê destpêkirin û destnîşankir ku ev kampanya wijdana raya giştî ya navneteweyî ye ku xwedî li îradeya aşitî û azadiyê derdikeve. Ji bo avakirina vê pêvajoyê wê hemû pêkhateyên kampanyaya me wê pêngavên ku cesaretê bidin Tirkiyeyê biavêjin û tim aşitiyê di rojeva xwe de bigirin.’’
ANF/BRÛKSEL