Pîşe û huner aniye cem hev

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Gulan 2025 - 00:57

Dema ku digîhêjin bazara Şêxella û li ser rêya sereke ya taxa Raperîn-bazara giştî ya bajarokê Qeladizê yê sînorê Îdareya Raperînê, dikaneke biçûk a pîneçîtiyê, ku hîn jî sîmayê xwe yê kevin winda nekiriye, bala mirovan dikişîne.

Di wê dikana biçûk de Hosta Resûl Xidir, ku yek ji pîneçiyên herî kevnar ên bajarokê Qeladizê yê, ev 34 salin mijûlî karê pîneçîtiyê ye û nêzîkî nîvê temenê xwe di vî karî de derbas kiriye. Hosta Resûl debara jiyana xwe bi vê rêyê dabîn dike û wek ku ew jî dibêje:“Ez pir bextewerim, ji ber ku ez ji pîşeya xwe pir hez dikim. Derbarê temen û pîşeya xwe de dibêje:’’Navê min Hosta Resûl’e, ez di sala 1954’an de hatime dinê û ji sala 1991’ê ve ev dikana mine û ez mijûlî karê pîneçîtiyê me. Her bi vê rêyê debara jiyana xwe dikim û ez gelek bi karê xwe bextewer im, ji ber ku ez ji karê xwe pir hez dikim. Daxwaza min ji bo karkirina pîneçîtiyê vedigere sala 1990’î. Dema ku ez çûm dikana pîneçiyekî li bajarê Silêmanî û min qulabek a pîneçîtiyê bi destê xwe girt, xwediyê dikanê ji min re got ‘tu pîneçî yî?’ Min jî got, ‘Ez dixwazim dikanekê vekim’ û wî jî qulabek a pînekirinê wek diyarî da min. Her piştî vê, cara din ku ez vegeriyam Silêmanî, min makîneyek kirî û min dest bi karê pîneçitiyê kir. Ji wê demê heta niha ez vî karê xwe bênavber dewam dikim. Berê xelkê pere tune bû, hejar bû, salane nedikarîn pêlavekê bikirin ku ez bi xwe jî yek ji wan bûm. Wê demê pêlav bi germkirina meqaş dihatin çêkirin an jî pîne dibûn, ne wek niha ku her tişt heye û her kesekê çendîn cotên pêlavan hene.” Hosta Resûl derbarê karê pîneçîtiyê di serdema niha de jî got:“Niha jî ji bo çêkirinê, welatî çente, sol û kilaş (pêlavên Hewremaniyan) tînin û ez ji bo wan çêdikim, karê min başe û ez jê razî me.” Di dikana Hosta Resul de, ji bilî amûr û makîneyên pîneçîtiyê, def jî tê dîtin. Derbarê vê yekê de dibêje:“Ez ji zaroktiyê xwe ve evîndarê gotin û strana dengbêjiyê, hunerê me. Niha jî bi karkirinê û derbasbûna jiyana rojane re ez stran û dengbêjiyê dibêjim. Ez hêvîdarim ku tu ciwan bi niyeta mûçe nebe, divê ew bi xwe hewl bidin, pîşeyekê fêr bibe û karek bike. Ji ber ku dema tu xwedî pîşeyek bî, wek zêre.”

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.