Berxwedan derbasî qonaxek nû dibe
Pêncşem 15 Gulan 2025 - 03:00
PKK têkoşîna xwe ya zêdeyî pêncî salî derbasî qonaxeke nû dike. Wê berê xwe bide rêxistinî û rêbazên nû yên têkoşînê. PKK û têkoşîna wê, wê tine nebin, wê ji holê ranebin.
Rêber Apo, 27’ê Sibatê bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêngavekê dîrokî avêt. Guhertin û veguhertin dana li pêşîya PKK’ê. PKK da xuyakirin ku li gorî wê bangê tevbiger e. Rêber Apo got ku: “PKK’ê kongra xwe lidarbixe, xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bidawî bike.” PKK’ê jî daxuyaniyek da û goT: “PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li gorî banga Rêber Apo 5 û 7’ê Gulanê lidarxist.”
Bi pêşengiya PKK’ê ev berxwedan û rêxistinbûna nîv serdeme ku didome destkeftiyên efsûnî xulikandin.. Li ser vê ezmûna salan, wê xwe ji bo serdema dîrokî ji nûve ava bike. Ev guhertin û veguhertineke mezin hewce dike. Dema ku gelê Kurd û rêxistinên wan di nav guherin û veguhertinê de ne, Tirkiye û herêm nikarin wek xwe bimînin. Tirkiye jî di nav guhertin û veguhertinê de ye. Di warê siyasî û mafnasî de jî divê dewleta Tirk ji bona pirsgirêka Kurd gavên berbiçav bavêje. Ger dewlet bibe dewleta Kurdan, wê dev ji înkar û tinehesibandinê berde û veguherîneke zanistî û zagonî bike.
Ger dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi Kurdan re aşitiyê bike û hebûna wan bipejirîne, ev yek bi awayekî xwezayî bandorê li beşên din jî dike. Wê herî zêde Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê yekê bandor bibe. Ji ber ku xebat, berxwedan û rêxistinbûna li vê herêmê di bingehê xwe de ji raman û têkoşîna Rêber Apo hatiye avakirin. Em qala herêmeke ku Rêber Apo 20 salan tê de têkoşîn û xebatên rêxistinî meşandiye. Dewleta Tirk jî ji bo şikandina bandora Rêber Apo û ji holê rakirina destkeftiyên şoreşê, êrîş, dagirkerî û tifaq bi çeteyan re pêk anî, bênavber û bi gelek awayan xebitî. Li Rojava şerekî dijwar û dorpêç hebû.
Di projeya Rêber Apo de berdewamkirina çareseriya li Tirkiyê û li parçeyên din jî heye. Armanca wê Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê ye. Yanî armanc avakirina yekîtiyeke demokratîk e, ne dewlet û federasyoneke cuda ye. Ev çareserî di berjewendiya dewletên din de jî ye. Pirsgirêka kurd êdî wê li herêmê nebe mijara nakokî û pevçûnan. Rêya aştî û veguherîna demokratîk ji herêmê re wê vebe. Li vir jî windaker nînin, her kes bi serdikeve. Di çareseriya Rêber Apo de demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî heye.
Ji ber ku niha êrîş rawestiyane û nermbûnek çêbûye, divê Rêveberiya Xweser û hêzên şoreşger bêzar nebin. Ji ber ku Tirkiye komên çekdar û çeteyên ku di bin navê SMO de kom kirine belav nekiriye. Şêniyên Efrînê hê jî nikarin vegerin warên xwe. Tirkiye bi dewletên herêmê re ji bo ku QSD’ê û xweseriyê bihêle, bi hêzên weke DYA’yê re danûstandinan didomîne. Di vî warî de hem rêveberî û hem jî gel divê hêza xwe ya parastina cewherî xurtir bikin û ji hemû geşedanan re amade bin.
ANF/ZEKÎ BEDRAN