Bêyî azadiya Ocalan pêk nayê
Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:25
Şêniyên Til Temirê dan zanîn ku derfet niha heye û divê Tirkiye vê derfetê ji bo aştiyê bi kar bîne û gotin:"Dadmend bi rawestandina şer û naskirina mafên gelê Kurd dest pê dike û bêyî azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev yek pêk nayê.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12’ê Gulanê de bi daxuyaniyekê encamnameya kongreya xwe ya 12’emîn ku di navbera 5 û 7’ê Gulanê de li dar xistibû, aşkera kir.
Der barê mijarê de şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê kêfxweşiya xwe ya ji pêngavê anîn ziman û bang li dewleta Tirk kir ku ji bo aştiyê gavên rasteqîn biavêje.
Xelîl Mehmûd Xelo diyar kir ku dewleta Tirk a niha berdewama hişmendiya Osmaniyan e, bi taybetî li hember gelê Kurd. Xelîl Mehmûd Xelo got: "Tirkiye banga aştiyê ji bo xizmeta ajandayên xwe bi kar tîne, gotegotan dike û dibêje berxwedan bi dawî bû û li dijî gelê Kurd komkujiyan didomîne. "
Boza El Salih bang li hemû jinan kir, bi taybetî yên li herêmên Rêveberiya Xweser ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, têkoşîna xwe bilind bikin.
Mihemed Tahir El Yûnis jî diyar kir ku dewleta Tirk her tim gelê Kurd weke dijmin dibîne, lê nikarî wî tune bike û got:"Dadmend bi rawestandina şer û naskirina mafên gelê Kurd dest pê dike û bêyî azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev yek pêk nayê.”
ANHA/HESEKÊ/ABDULXENÎ EL HAMAN