Ji bo Kaytan û Altûn şîn hate danîn

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:35

Ji bo damezrîner û pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li taxa Tûzlûçayirê şîn hate danîn.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), duh encama kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kiribû û ragihandibû ku xwe fesix kiriye. Her wiha di kongrê de şehadeta damezrîner û pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jî hatibû ragihandin. Kongre diyarî wan hatiye kirin. Piştî eşkerekirina şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rojan şîn wê bên danîn. Yek jî ji cihê şîn lê hat danîn taxa Riza Altun ku lê mezin bûye, li taxa Tûzlûçayira navçeya Mamakê ya Enqerê ye.

Malbatan li cihê ku şîn hate danîn wêneyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun daliqandin û danîn ser maseyê. Li dora wêneyan qerenfîl hatin danîn û find hatin pêxistin. Li vir li sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun dike wê bê temaşekirin. Şîn wê 3 rojan bidome. Şîn wê ji aliyê malbata Riza Altun ve bê danîn û birêvebirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.